Xwecihiya Derbêsiyê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS salvegera şeşmîn a pakrewanbûna Ciwan Gutna îro Şemiyê 25 Adarê li ser gora wî li gundê Tilkidîşê ku bi ser bajarê Dirbêsiyê ve ye vejand.
Dost û hevalên Ciwan li gel endamên xwcihiyê û şandek ji ENKS kom bûn û çalakvanê kurd bibîr anîn.
Idrîs Xelef cîgirê serokê xwecihiya Derbêsiyê xêrhatin bi kesên beşdar kir, û li ser jiyana Ciwan Gutna axivî û bi taybetî çalakiyên wî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve ta roja pakrewanbûna wî.
Gotina ENKS ji hêla Beşar Emîn ve hate xwendin û têde li ser piransîpên pakrewaniyê û nerxê wê axivî.
Her weha Emîn di gotina xwe de li ser rewşa devera Kurdî bi firehî axivî, û partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD bi encamên xerab yên dawî tewanbar kir, û got “PYD bi siyaseta xwe ya nerast û têkiliyên xwe rewşa Efrînê têkbir û eger lêvegerkê ji xwe re çêneke ewê rewşa deverê bi giştî têkbibe” .
Tê zanîn ku Ciwan Gutna sala 1997 li gundê Tilkidîşê ji dayikbibû û xwendkarê kolîca wêjeyê bû , û ji destpêka şoreşa Sûriyê tevlî refên wê bibû û yek ji damezrênerê rêxistina Ehrar Eldirbasiyê bû.
Jêder: Beşê Kurdî yê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê