Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, tekezî li ser giringiya pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê kir, ligor biryarên navdewletî û bi taybetî ligor daxuyaniya Jinêv1, û biryara 2254, ji berî dest bi piroseya dubare-avekirinê bête kirin.
Ele’bide duhî li roja çarşemê di civînekê de ligel şandeka bilind ya ji pêwendiyên derve ya Yekîyiya Ewropî ku hatibûn serdana Hevbendiyê got ku “axaftina li ser dubare-avekirinê li Sûriyê ji berî pêkanîna veguhestina siyasî û rizgarkirina milet ji tawankarên xwîna gelê Sûriyê bi şev û roj dirjînin, ew axaftinek pêşwext e û ne cihê wê ye”.
Û herdu aliyan behsa pêvajoya piroseya siyasî û danustandinên çaverêkirî yên li Astana bibin û destpêkirina geşteyek nû ji danustandinên Jibêv kirin, û berpirsên Ewropa tekezî li ser piştgiriya Yekîtiya Ewropa ji Hevbendiyê re û ji piroseya siyasî li Sûriyê ligor daxuyaniya Jinêv1 kirin.
Û serokê Hevbendiyê bal kişand li ser giringiya piştgiriya karê hikûmeta demkî û tîmên wê yên li ser qada Sûriyê kir, tevî piştgiriya pirojeyên wê yên xizmetgozarî û nemaze yên di biwarê sexlemiyê û xwendinê de, piştî têkbirina piraniya wan pirojeyan bi rêka bombebarankirina bi tewşî ya ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî