Toreya Sûriyê ya Mafên Mirovan kuştina 8736 sivîlan bi destê hêzên rêjîmê belegeh kirine, di nav wan de 1984 zarok, 1237 jin, û 447 kesên bi êşkenceyê hatine kuştin hene. Û rêjeya kuştina jin û zarokan ji hejmara giştî gihaye 37%, li gora raporta Toreyê ya ko tê de binpêkirinên mafên mirovan bi destê aliyên kartêker li Sûriyê sala 2016an diyar kirine.
Her weha raportê got ku serjimara girtiyên li bal hêzên Esed nekêmî 7543 krsî ne, 251 zarok û 448 jin di nav wan de hene. Û diyar kir ko hêzên Rûsî jî çendîn kuştar pêkanîne. Û toreyê şehîdketina 3967 sivîlî belge kirine, û 1042 zarok û 684 jin di nav wan de hene.
Raportê destnîşan kir ko milîtanên PYD binpêkirin li herêmên ko di bin kontrola wê de ne kirine, wek kuştina jiderveyî yasayê û girtin û êşkencekirinê û leşkeriya neçar , û 146 sivîl bi destê wan hatine kuştin, 24 zarok û 23 jin di nav wan de hene, û li gora raportê hejmara girtiyan gihaye 673 kesan ji nav wan jî 55 zarok û 33 jin, û 6 kesan bi êşkenceyê û ji ber rewşa girtinê ya xerab jiyana xwe ji dest dane.
Û hejmara yên ko bi destê rêkxistina DAIŞa tirorist sala 2016an hatine kuştin gihaye 1510 sivîlî, di nav wan de 258 zarok û 213 jin hene. ew jî bi operasiyonên dardakirinê û bombebarana bêserûber an jî bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest dane, û hejmara girtiyên li rex DAIŞê nekêmî 1419 kesî ye, 103 zarok û 50 jin di nav wan de hene, û yên ko bi êşkenceyê hatine kuştin 8 kes in.
Û di raportê de hatiye ku serjimara bikaranîna çekên kîmawî 15 êrîş in. ji wan 14 bi destê hêzên Esed û 1 bi destê DAIŞê bûne. Û êrîşên bi Çekên goşî hatine belgehkirin 171 êrîş in, 148 ji wan bi destê hêzên Rûsî ne, û 22 bi destê hêzên Esed pêkhatine.
Raportê serjimara amanckirina kadirên bijîşkî aniye ziman ko gihane 112 kesan ji nav wan 40 bi destê hêzên Beşar in. û hejmara kadirên ragihandinê yên ko hatine amanckirin nekêmî 86 kesan e, ji wan 52 bi destê hêzên Esed û hevalbenda wê Rûsya hatine kuştin.
Raporta Toreya Mafnasiyê ji Encûmena ewlekariyê daxwaz kir ko biryarên ji bo Sûriyê derxistine ji nav wan jî Cinêv1 cîbicî bike. û gerek hemû pêrabûnên giring bike ji bo sivîlan li Sûriyê bêalî bike û dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî rake, û girtiyên siyasî berde, û bikaranîna çekên kîmawî rawestîne li gora ko di biryarên derbarê Sûriyê de hatine.
Raportê ji Netewên Yekbûyî daxwaz kir ko rêkên guncaw ji bo parastina sivîlan ji binpkirinên rêjîma Esed ên rojane bibîne, çimkî ew in ên ku herî gelek binpêkirin pêkanîne. Raportê daxwaz kir ko fişar li ser Encûmena Ewlekariyê bêtir bête kirin, ji bo karibe bilez tiştên mayî ji Sûriyê rizgar bike, û rewşa Sûriyê hilde bo dadgeha tawanên navdewletî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acans