Serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir Elherîrî, tekez kir ku hêzên nûnertiya şoreşê dikin rêzên xwe kirin yek, û niha yekser dikarin danustandinan ligel rijêma Esed ji bo veguhestina siyasî ligor lêvegerên navdewletî bikin.
Duhî li Riyadê, Elherîrî di kongirekî rojnamevanî de got ku opozisyon wê biçe Cinêvê ji bo pêkanîna danustandinên rasterast, û ew amade ye bo gengeşekirina her tiştî li ser maseya daustandinan.
Her weha Elherîrî got ku ew bi piransîpên şoreşê pabend in, û rijd in li ser damezrandina desteya fermanraniya veguhêz, bê ku serokê Rijêmê Beşar Esed têde hebe, û daxwaza çavdêriya NY ji her civînekê re ji bo çareseriya doza gelê Sûriyê kir.
Herwiha dît ku pêşniyara Rûsiya ji bo lidarxistina kongirê “Sotçî” nakeve di xizmeta piroseya siyasî de, û got ku ew hêvîdar e hemû hevpeyvîn di riya NY re bin.
Elherîrî ji bo kurtkirina dema danustandinan û gihiştina çareseriyê, daxwaz ji civaka navdewletî tevlî Rûsiya jî kir, ku zêdetir giringiyê bidin karên bikevin di xizmeta piroseya siyasî de, ya ligor daxuyaniya Cinêv ya bi çavdêriya NY.
Elherîr di kongirê rojnamevanî de bal kişand ku pêwîst e danustandinên Cinêv rasterast û jidil bin, û ligor nexşeke kar a xuya be, û daxwaza peyakirina hemû mijaran li ser meseya danustandinan kir.
Elherîrî encamên kongirê Riyad wek pêgavek giring dît, ku rastgoya civaka navdewletî têxe bin ezmûneke sereke, ku êdî hîç behanak derbarê rûniştinên rasterast li rex Rijêmê nemaye, ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ligor hersê lêvgerên navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî