Du xwepêşindan duh înê li bajarê Elbab li parêzgeha Helebê û li bajarê Inxil li parêzgeha Dera derketin, têde daxwaza rûxandina rêjîma Beşar Elesed û rakirina dorpêç ji ser Xûta rojhilat ya ko ji hêla hêzên Esed ve dorpêçkirî ye kirin,.
Xwepêşindana ko Encûmena Hozên Erebî li bajarê Elbab ê rojhilatê Helebê rêkxistin kiribû, daxwaza rûxandina rêjîma Esed û rakirina dorpêçê ji ser Xûta rojhilat ya ko ji hêla hêzên rêjîmê ve dorpêçkirî ye kir .
500 kes di xwepêşindanê de beşdar bûne, û bi beşdariya hozên gundewarê bakur û rojhilatê Helebê, û tê de gotinên serpereştên leşkerî û navdarên hozan hatin pêşkêşkirin, têde lihevhatin û danûstandin digel hêzên rêjîmê di heman dema berdewamiya bombebarandin û dorpêçakirina Xûta red kirin.
Xwepêşinderan alên şoreşê hildan û duruşmên ‘’dorpêça Xûta rakin, na ji zordarî û gendeliyê re, zarokên Xûta ji birçîna dimirin‘’ li ser nivîsandibûn.
Her weha xelkên bajarê Inxil bakurê bajarê Dera başûrê Sûriyê, derketin xwepêşindanekê têde daxwaza rakirina dorpêç ji ser sivîlên bajar û bajarokên Xûta rojhilat kirin.
Xwepêşideran alên şoreşê û duruşmên ko dorpêça hêzên rêjîmê ji herêma Xûta rojhilat re pirotesto dikin hildabûn, mîna: ‘’birayên me li Xûta rojhilat pelên daran dixwin, Inxil bi te re ye heta mirinê ‘’, û hejmara xwepêşinderan dora 300 kesî bû.
Xwepêşinderan ji Encûmena Ewlekariyê û Netewên Yekgirtî daxwaz kir ko bo alîkariya xelkên Xûta ya li pêş çavê cîhanê dorpêçkirî ye tevbigerin, û hemû girtiyên Sûriyê ji zindanên rêjîmê berdin û rêbuhêrkan vekin û alîkariyên mirovî derbas bikin.
Di heman mijarê de desteya fetwayên oldarî ya Şamê û gundewarê wê, di daxuyaniyekê de ragehand ku bila xelk nimêja înê li Xûta Şamê ya rojhilat nekin, bi sedema êrîşên leşkerî yên hêzên rêjîmê , da jiyana sivîlan ji tewankariya hêzên Esed biparêzin.
Xûta rojhilat raserî êrîşeke tund ji bombebarana asmanî û topbaranê ji hêla hêzên Esed ve hatiye, her weha niştecihên bajar û bajarokên rojhilat derdê dorpêça hêzên rêjîmê ji sala 2012ê ve dikêşîne, û îsal ew derd bêtir bûye, û vê yekê hişt rewşa mirovî têk biçe û gelek zarok bi sedema kêmxwariniyê mirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart