Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko li jêr benda heftan tevbigere ji bo rêjîma Esed li ser tawankariyên ko çekên kîmawî li Xan Şêxûn bikar anîne û komîta vekolîna navdewletî berpirsiyarî kir hudtê rêjîmê.
Yasir Elferhan endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê tekez kir ko ev tevger berê bi madeya 21 ji biryara 2118 û ya ko pêrabûnên li jêr benda heftan feriz bike eger çekên kîmawî radest neke.
Rêjîma Esed bikaranîna gazên kîmawî û jehrîn û yên qedexe gelek caran bikar anîne û tawankariyên cengê û herêmên sivîl bombebaran kir ko peymana Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118, 2209, 2235 û 2254 binpê kirine, tawankariyin ko rêjîmê nikarîbû bikirana û dubare bikira eger helwesta navdewletî ne lawaz ba.
Elferhan got têkbirina Rûsya ya berdewam ji dadweriya navdewletî û bikaranîna wê ji Vîtoyê re li dijî lihevkirina navdewletî li Encûmena Ewlekariyê, divê dewletên endam jiderveyî Encûmena Ewlekariyê bixebitin li Netewên Yekgirtî bi hevpeymaneke bi peymaneke taybet an bi tenahî ji bo miletê Sûrî û pirinsîbên cîhana azad rizgar bikin.
Komîta navdewletî berpirsiyarî da ser hustê rêjîma Esed ko wê êrîşa kîmawî daye ser bajarokê Xan Şêxûn di 4 nîsana borî, di raportekê de li ser encamê vekolînê ko emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî pêncşembê pêşkêşî endamên Encûmena Ewlekariyê kir, komîtê tekez kir ko pêzanînên komkirine ‘’ bingehekî bawerpê ye têde nîşandekên ko çek ji asman bi ser bajarê Xan Şêxûn de hatine berdan di navbera demjimar 6:30 û 7 sibeha 4 nîsanê sala 2017 û firokên bi ser rêjîmê ve li asmanê Xan Şêxûn di heman çaxî de difiriyan.‘’
Û got ko derbên li Xan Şêxûn ketine bi sedema gaza Sarîn di heman sibehê de û korta guleyê çêkiriye bi encama bombebarana firokê ko bi lezgîneke xurt bû.
Balyoza Emerîkî li Netewên Yekgirtî Nîkî Hêlî piştî derçûna raportê ragihand ko vekolîn berpirsiyariya rêjîma Esed li ser êrîşa Xan Şêxûn tekez dike, tev ko hin dewlet hewil didin rêjîmê biparêzin û ew divê biraweste.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî