Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê di desteserkirina malên welatiyan de li herêmên Kurdî li Sûriyê berdewam in.
Çalakvan Elî Zeyno ji me re da diyarkirin ku çekdarên PYD ê ,roja 22 vê heyva Cotmehê, xanî û dar û erdên welatiyê bi navê Ebdil Hanan Ebdo li gundê Metîne yê bi ser bajarokê Şera ve bi behaneya ku xwediyê xanî li derveyî welat e û kurê wî di nav pêşmergan de ye desteser kir.
Zayno diyar kir ku Ebdo xanî û dar û erdên xwe bi kirê dabûn xizmekî xwe berî ku derkeve Almaniya berî 5 salan, û tekez kir ku çekdarên PYDê xanî û sê parçê erd û 400 dar desteser kirin.
Zeyno bal kişand ku berî demkê çekdarên PYD xaniyê welatî Mihemed Xelîl desteser kirin ji ber ku ew li Almaniya ye..
Di dawiya gotina xwe de, Zeyno tekez kir ku ev kiryarên PYDê binpêkirinin giran in û dijî prensîbên bingehîn yên mafên mirovan e, û bal kişand ku ev kiryar ji yên rêjîmê xirabtir in, û ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku fişarê li wan bikin da van kiryarên xwe rawestînin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê