îro Şemiyê 28 cotmehê emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS civata xwe li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di civatê de hejmarek mijarên navxweyî û niştimanî û herêmî ji hêla endamên emîndariyê ve hatin gengeşekirin li gor daxuyaniya Ebdulsemed Xelef Biro endamê emîndariya ENKS ji malpera me re .
Xelef Biro ragihand ku civatê reşpelikên sîstema navxweyî û nerîna ENKS ya siyasî pesend kir û ji bo kongirê çaremîn yê encumanê hate şandin.
derbarê dîdara Himêmîm ya ku Rûsiya Hewl dide ku di heyva bê de li darxe, Biro diyar kir ku tu vexwendin ji encumanê re nehatiye û eger were civata emîndariyê biryara çûn û neçûnê ji partiyên ENKSê re hiştiye.
Ji hêleke din ve Biro ragihand ku emîndariya giştî ya ENKS êrîşên milîsên Îranî û Heşda Şe’bî li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir, û got rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê biryareke dîrokî bû û ENKS piştgirê wê biryarê ye .
Tê zanîn ku dem û cihê kongirê çaremîn yê Emcumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS dimîne biryara komîta amadekar.
Jêder: Beşê Kurdî ji Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiyê