Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberya Sûrî, Ebdulbast Ebdulletîf, li gel endamên desteya siyasî serdana bajarê Entakiya kir, û li gel hin çalakvan û dezgehan û revenda Sûrî civiyan û li rewş û pêdiviyên wan pirsîn.
Di heman serdanê de emîndarê giştî yê Hevbendiyê tekezî li ser berdewamiya hevdîtinan li gel tevaya pêkhatên Sûrî kir, û bal kişand ser pêwistiya yekbûna gelê Sûrî ji bo bi dawîkirina vê kirîzê, da gelê Sûrî bighêje mafê xwe piştî ruxandina dektatoriya Elesed.
Ebdulletîf di heman hevdîtinê de li ser rewşa siyasî axivî, û bi taybet hewildanên ku Hevbendî pê radibe da êrîşên Rûsiya û rêjîma Sûriyê bên rawestandin, û pirojeya Siyasî careke din destpê bike, û bal kişand ser ku dijatiya wan a sereke bi Rûsa re ye, ji ber ew rojane komkujiyan derheqê gelê Sûrî pêktîne, di heman dema ku rêjîm li cem wê weke milîsan kar dike.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî di heman axaftinê de eşkere kir, ku Hevbendî li gel Netewên Yekbûyî û aliyên Navdewletî yên piştgir kar li ser rewşa penaberan û dabînkirina pêdiviyên wan dike, û bal kişand ku hin aliyan dest bi pêşkêşkirina alîkariyan kirine , lê hîn ew alîkarî ne li gor kirîza Sûryê ne.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî