Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bêdengiya navewletî beramber berdewamiya Rûsiya di rijandina xwîna bêgunehan de, û sûrbûna wê li ser hiştina rewşa bêserûberiya berdewam, û binpêkirina biryarên navdewletî û rêkeftinan, û pêkanîna tewanên cengê û yên dijî mirovahiyê, şermezar kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de duh êvarî, tekezî li ser piştgiriya Artêşa Niştimanî ya Sûrî kir, ji bo dabînkirina parastinê ji sivîlan re li Sûriyê û rawestandina dijminkarî û terorîstiya dermafê wan dibe, û xweşkirina rê li pêşiya berdewamkirina bijardeyên siyasî.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Ji civaka navdewletî û dewletên kartêker tê xwestin ku careke din bijarde û helwestên xwe yên derbarê rewşê di bin çavan re derbas bikin, û mezinbûna encamên ku wê ji berdewamiya vê helmeta hovane derkevin berçav bigirin.
Û Hevbendiya Niştimanî, daxwaz ji civaka navdewletî û aliyên wê yên sereke kir, ji bo parastineke yekser ji Idlibê û gundewarê wê re dabîn bike, û kar ji bo rawestandina tewanên dagîrkeriya Rûsî û milîsên îranî yên dijî gelê Sûriyê bike.
Tê zanîn ku bombebarana asîmanî ya balafirên dagîkeriya rûsî û helîkopterên rijêmê pêk anîye, di demjimêrên bûrî de bûn sedema ketina 22 şehîdan û nêzî 90 birîndaran, ji encama bidehan êrîşên asîmanî yên terorîstî û bombebarana topxane û mûşekan û narincokên goşîyî.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî