Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi şandekê ji wezareta derva ya Kenedî re civya, û pê re rewşa mirovahî ya dijwar yaku sivîlên deverên bakurê rojavayê Sûriyê ji encama berdewamiya helme leşkerî ya Rûsiya li ser deverê gengeşe kirin.
Û civînkaran giringî bi rengekî sereke dan zêdekirina alîkariyên mirovahî û hawarçûnê ji hewcedarên sûriyê re, nemaze bo derbider û koçberên Idlib û gundewarê başûrê rojavayê Helebê.
Û hevbendiya niştimanî bal kişand ser ku armanckirina Rûsiya û rêjîma Esed ji avahiyên bijîşkî û yên jîndariyê re; bû sedema mezintirîn pêla derbideriyê li sûriyê ji sala 2011an de, û daxwaz ji Keneda kir, ku bi rengekî mezin alîkariyê di veguhastina birîndaran bo deverên hêmin bo bêtin dermankirin bike.
Û Hevbendiya Niştimanî civaka navdewletî bi berpirsiya wê di parastina sivîlan û cîbicîkirina biryarên navdewletî yê girêdayî bi rewşa Sûriyê agahdar kir, û daxwaza bizavê di hundir netewên yekbûyî de kir, ji bo çalakkirina yasaya mafê parastina sivîlan li gorî biryarên navdewletî.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî