Binpêkirinên Rûsiya ji agirbestê re li van rojên dawiyê ji yên Rijêmê zêdetir bûn, bi armanckirina bajar û bajarokên gundewarên Heleb û Hema û Idlibê bi çekên qedexekirî, tevî ku ew bi xwe aliyekê gerantor yê agirbestê ye.
Û hejmara binpêkirinên wê di herdu rojên bûrî de ligo serjimêriya rojane ya ofîsa ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, gihişt ji zêdetir ji 50 binpêkirinan bi armanckirina zêdetir ji 40 bajar û bajarokan.
Herwiha hejmara binpêkirinên Rûsiya û Rijêmê ji agirbestê re her ji destpêka heyva nîsanê gihiştin 840 binpêkirinan, ji wan 254 li ser destê Rûsiya “gerantorê agirbestê” hatin pêkanîn û 586 binpêkirin ji aliyê Rijêma Bişar û milîsên ser bi Îranê ve hatin pêkanîn, ligor heman serjimêriyê.
Duhî ji gundewarê Hemayê, çalakvanan got ku bajarokên Kefirzêta û Elletaminê û Morik û Tîbet Elîmam û kefirnibûda û Hilfaya û Soran û gundê Elbiwêdê û navçeya Elzewar li gundewarê Hema bi bombeyên fisforî yên qedexekirî hatin bombebarankirin, û gotin ku ji aliyê firokên Rûsiya bi dehên êrîşan hatin li dijî bajarê Xan Şîxon û Cisir elşixûr û Seraqib û bajarokên Hiloz û Elhebît û Tilmirdîx û Babisqa û Eltimanê û Sircê û Elriwêhê û Bînîn û Elmintar û Tilzeheb û herwiha nexweşxaneya Elrehma û navenda bervaniya sivîl li Xan Şîxon hat armanckirin.
Û çalaakvaên gundewarê Helebê ketina bi dehên birîndaran bi sedema êrîşên duhî yên Rûsiya li ser bajarê Dara Eliza û bajarokên Qibtan elcebel û Încara û Elqasimiyê û şêx A’qîl li gundewarê rojava û bajarokê Yaqid Ele’des li gundewarê bakur tekez kirin, herwiha tekez kirin ku nexweşxaneya gundê Şinan ji aliyên hêzên şer yên Rûsiya bi mebest hat armanckirin û hin karmend hatin birîndarkirin û nexweşxane jikar ket.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî