Rêkxistina Humen Rights Wotch, Hevpeymana navdewletî bi serpereştiya Emerîka tawanbar kir ko “hişyariyên pêdivî” nekiribûn da ji kuştina bi dehan sivîl bidûr bikeve di êrîşa meha buhûrî ya ko li gundê Elcîne li parêzgeha Helebê pêkaniye.
Rêkxistinê di raportekê de derbarê êrîşa di 16.03.2017 ko mizgefta Omer Bin Elxetab li bakurê Sûriyê di dema kombûna nimêjkeran de derxistibû got”hêzên Emerîkî xuyaye hesabê xwe zêde nekiribû tako sivîlan nedine kuştin.”
Rêkxistinê di raporta xwe de ya ko li gora hevpeyivîna bi 14 kesan re bi rêya telefonê “ko wan êrîş bi xwe dîtine ” û li gora vekolînin ji rêkxistinên taybetmedar di biwara ravekirina wêneyan de dibîne ko “li gora daxuyaniyên desthilatdarên leşkerî yên Emerîkî destnîşan dikin ko wan nizanîbû avahiya amanckirî mizgeft e û nimêj li ber destpêkê bû û derseke olî di dema êrîşê de hebû”.
Rêkxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ko ne minare û ne jî qubik li jora mizgeftê tune bûn, lê gerek bi çavdêriya asmanî zanîbana komek xelk li wir hene” got: “bombebarandina mizgeftê berî nimêjê û êrîşdana ser yên ko hewil dan birevin bê ko zanibin ev sivîl in an şervan in , ew ne êrîşeke guncawe û bêserûber e ”.
Rêkxistinê got: “êrîşên bêserûber û ne guncaw her weha bê baldêrî ko hejmara kuştiyên sivîlan kêm bikin, yasayên cengê binpê dikin ”.
Rêkxistinê got encamên vekolîna xwe ji serpereştiya navendî ya Emerîkî re pêşdîtin kiriye ya ko jê re got: “dê bi guhdan li vekolînan vegerin” rêkxistinê diyar kir ko “me tu nîşan nedîtin li ser hebûna endamên Elqaîde an çi komek çekdar ko li mizgeftê komkirî hebûn wek ko hevpeymanê ragihandiye.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans