Êzîdiyên parêzgeha Hesekê roja çarşemê 19-4-2017 cejna Çarşema Sor bi rêwresmên dîrokî vejandin.
Êzîdiyên deverê ji destpêka sibhê ve deriyên malên xwe li ber mêvanan vekirin û bi awayekî hevbeş pîrozbahiyên cejinê pev guhertin. Li gor ku Celal Zibêr Gurî ji gundê Kerengo ji peyamnêrê malpera Hevbendiyê re diyar kir.
Gurî li ser cejna Çarşema Sor got ku ev cejneke ola Êzîdî ya kevnar e, û ew ahengê bi vê rojê dikin ji ber ew dibînin ku ev roj dawiya reşiyê û destpêka ronahiyê ye û vejînê ye û di heman demê de faktera dana şînkahiyê ye.
Û partiyên siyasî û kesayetiyên deverê ji pêkhateyên ne êzîdî jî serdana Êzîdiyên deverê kirin û cejna Çarşema Sor li wan pîroz kirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê