Komîteya Hacî ya Bilind ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ve, ragihand ku hemû karwanên Heciyên Sûrî gehiştin Erebistana Siûdî ji bo pêkanîna rêuresmên Haca îsal ya sala 1440 koçî beramber sala 2019 z.
Komîteyê îro roja duşemê ev gihiştina heciyan di civîneke fermî de li bajarê Meka şerîf bi amadebûna hemû endamên ofîsên şandeya Sûrî ragihand.
Civîn bi serokatiya Dr. Mihamed Abu al-Xêr Şikrî, cîgirê serokê Komîteya Hacê ya Bilind lidar ket, û wî eşkere kir ku 22.500 hecîyên Sûrî gihiştine, û bal kişand ku ew ji deverên Sûriyê yên corbecor hatine.
Wî tekezî li ser giringiya pêşkêşkirina xizmetkariyê ji bo hemû heciyan û hewildanên berdewam ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmet li rojên Tawafê kir, her ji roja Arafatê heta roja Qurbanê, û hemî endamên şandeyê han dan li ser pêgiriya bi hemû biryar û rêzanên Wezareta Siûdî ya Hac û Umrê, û da zanîn ku pêgiriya bi vê yekê “berjewendiyek giştî û bilind e ku armanc di serî de xizmeta Heciyên Sûrî ye“.
Di heman demê de, rêveberê Haca Sûrî Samir Birqdar cext li ser giringiya rêxistina heca îsal kir “tevî hemû astengiyên ku gelê Sûriyê têre derbas dibe” li hemû deverên Sûrî, û got ku hacîyên Sûrî gelek hewil dan ji bo bigihîjin Mekeyê ji bo bicihkirina ferza Hecê.
Birkdar tekez kir ku hemû karmendên Komîteya Hacê digel hemû kadroyên xwe, rêvebir û serokên tîmên komîteyê kar dikin ji bo xizmetkirina hemû Sûriyên ji hemû deverên Sûriyê bêcudahî.
Rêveberê Hacê, gazî hemû karmendên Komîteyê yên li Mekeyê kir ku temamî pabend bin bi pêşkêşkirina xizmetê ji bo tevaya hecîyan di roja “Arafatê” û cihên pîroz û berê reş û “Mîna” de, digel pêşkêşkirina hemû xizmetên pêwîst ya li gorî plana komîteyê.
Herweha tekez kir ku wî baweriyeke mezin bi hemû karmendan heye, û heca îsal dê serkeftî be bi saya bizavên û pêşxistinê yên berdewam ji bo pêşkêşkirina baştirîn ximetan û rêxistina rêkupêk.
Hêjayê gotinê ye ku Erebistana Siûdî, rêveberiya doseya heciyan li heyamê heft salan de daye destê Hevbendiya Niştimanî, bi rêya Komîteya Hecê ya Bilind, ku rêzek taybet ji aliyê hemû şandeyên Musliman ji wan re heye , ji ber rêxistina baş ji hêla Komîteya Hacê ve û pêgiriya Heciyên Sûrî bi rênimayên Hecê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî