Evro sêşembê frokên rêjîma Esed û Rûsya bi dehên êrîşan birine ser herêmên corbicor li herêma kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê, û bombebaran bi giranî li ser malên sivîlan û bargehên giştî bûn, û di encamê de hin jin û zarok birîndar bûne.
Berevaniya sivîl ya Sûrî diyar kir ko operasiyonên leşkerî evro dîsa pêk hatine, û got: ‘’ Firokên Esed û Rûsya dîsa radibin, û mûşekên xwe li gundewarê başûrê Idlibê davêjin.‘’
Û bal kêşand ser ko êrîş bêtir li ser bajarê Xan Şêxûn bûn , yê ku 44 êrîşên asmanî û 12 bermîlên teqîner û 33 guleyên topê bi ser de hatine barandin.
Berevaniya sivîl Destnîşan kir ko êrîş li ser taxên niştecihan û rêkên navdewletî hatine pêkanîn, û dibîne ko rêjîm û Rûsya dixwazin ji nû ve ew kesên vedigerin malên xwe bikujin.
Li gora berevaniya sivîl, cihên niştecihan li bajarokê Til Elmozere li çiyayê Elzawiye ket ber 20 guleyên topê ji hêla leşkergeha hêzên Esed, lê ziyanên canî çênebûn.
Herweha firokên Rûsya bi mûşekên valahiyê bajarê Kefer Zêta û Elltaminê û gundên Elzekat û Letmîn li gundewarê Hemayê amanc kirine
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî