Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi helkefta duyemîn salvegera kîmyabarana Xanşîxon û şehîdbûna 100 kesî, dubare cext li ser giringiya sizadana rijêma Esed û hemû berpirsyarên tawanên şer yên li Sûriyê kir, ji bo rê li ber sepandina diyardeya bêsizamanê bigire.
Hevbendiya Niştimanî îro roja pêncşemê di daxuyaniyekê de dubare daxwaza raguhestina fayilê tawanan li Sûriyê bo dadgeha tawanên navnetewî kir, û daxwaza dadgehkirina hemû tawanbaran û hevkarên wan kir.
Herwisa daxwaza çalakkirina benda 21 ya biryara 2118 kir, ya ji bo sepandina sizayan li ser rejîma Esed li jêr benda heftan, piştî bikaranîna gaza sarîn di êrîşa 4’ê nîsana 2017’an de.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku ev komkujî weke beşek ji zincîreke tawan û binpêkirinên maf û yasa mirovî ya navnetewî û peyman û biryarên Konseya Ewlekariyê ya navnetewî ye, û serederî digel wê ji çarçoveya protestokirin û daxuyaniyan derneketiye.
Hevbendiyê bal kişand ku Rastiya li ser erdê berdewamiya rejîmê li ser siyaseta kuştinê û koçberkirina bi darê zorê û êrîşan dupat dike, ku ji encama topbarana li ser gundewarên Heleb û Hema û Idlibê û tevî bajarê Xanşîxon yê wêrankirî di çend demjimêrên borî de, bi kêmî 15 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kesên din birîndar bûn.
Û daxuyaniyê dît ku nebûna rehenda yasayî ya taybet ji tawan û binpêkirinên li Sûriyê re, rewşa bêcezamanê dupat dike, û aktorên civaka navnetewî bi awayekî rastenerast têxin hevparên van tawanan, ji ber berpirsiyariya wan ya parastina aştî û ewlehiya navnetewî.
Hevbendiyê cext kir li ser pêdiviya bidawîhatina vê xeleka tarî ji dîroka Sûriya û herêmê, bi rêya helwesteke navnetewî ya rijd li ser parastina sîvîlan, û bi pêkanîna yasa navnetewî û pêkanîna biryarên navnetewî û sizadana sûcdaran pabend be.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê