Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza şandina komîteyeke lêkolînê bo Xûta Şamê ya rojhilat ji NY kir, herwiha piştî belavbûna nûçeyan derbarê koçberkirina bi hezaran xelkê navçeyê bi sedema bombebarankirina navçeyê bi şêweyekî dijwar û bikaranîna gazên jehrê ji aliyê Rijêmê, û daxwaza tekezkirina cêbicêkirina biryara 2401 kir.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de gotibû ku pêdivî ye ew komîteya taybet bi erkê encamdana lêkolînan derbarê rewşa koçberbûyên ji ber dujeh û bombebarana li ser Xûtayê rabe, û herwiha bo peydakirina parastina pêwîst û misogerkirina navendên awarebûnê yên pêwîst û guncayî bo koçberan kar bike.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêşkêşkirina alîkariyan ji komîteyên navdewletî û Xaça Sor kiribû, û gotibû ku bi sedên koçberan ji aliyê hêzên Rijêmê û damudezgehên wê yên tepeseriyê hatine binçavkirin, û bi hezaran hatine komkirin li cihên neguncayî bê pêşkêşkirina xwarin û avê û dermanên pêwîst.
Hevbendiyê dabû zanîn ku parçekirina malbatan û cudakirina zarokan ji dayîk û bavên wan û destqotan ji bo xwînxwar Bişar Esed û hilgirtina wêne û posterên wî, û zîndankirina bi sedên koçberan û binçavkirina bi hezaran û komkirina wan di serbazgehên binçavkirinê de yên mîna serbazgehên Naziyan li jêr serpiriştiya milîsên mezhebperist yên Îranê, û peyadekirina terorê û gefxwarina bi kuştin û girtinê ya berdewam, ku pêdivî ye ev tawan bi tevayî bêne redkirin û şermezarkirin û pêdiviye rawestin û gerantî hebe li ser dubarenekirina van tawanan, çi yên ji aliyê Rijêmê dibin yanjî yên ji aliyê milîsên piştevanên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî