Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa nameyek ji Borîs Conson wezîrê derve yê Birêtaniya re şand, û têde tekez kiriye ku bêkariya navdewletî rê daye bikaranîna çekên kêmiyayî li ser xaka Sûriyê û Birêtaniya ji aliyê dewletên jirêçûyî de.
Mistefta xemgîniya xwe anî ziman û bikaranîna çekên kêmiyayî ji aliyê Rûsiya li ser xaka Birêtaniya bi rêka jehrdana efserê hewalgeriyê yê xanenişînkirî Sêrgî Sikrbîl û keça wî Yoliya şermezar kir, û got: ku ev kar “binpêkirineke xuya ye ji serweriya Birêtaniya re, û gef e li ser aştî û ewlekariya civakî, tevlî belavkirina û bikaranîna çekên kêmiyayî li ser astekî navdewletî, û herwiha dibe gef li ser aştî û ewlekariya navdewletî”.
Mistefa bal kişandiye ku tişta li ser xaka Birêtaniya hatiye pêkanîn û bikaranîna çekên kêmiyayî û tawanên berdewam di derheqê sivîlan de ” encamderên li rex me û yê li rex we her heman tawankar e”.
Û Mistefa got: ku “civaka navdewletî tevî dewlet û rêxistinên xwe dest ji gelê Sûriyê berdaye, û bi tenê li binpêkirina mafên mirov û mirovîniyê û yasa navdewletî tameşe dike, tevlî destberdana ji erkê xwe li hember parastina aştiyê û ewlehiya navdewletî, û ev yek bo hander bo dewletên berovajî (Rûsiya û Îran û rijêma Esed) berdewam bimînin li ser destdirêjî û tawankariyên xwe û li ser bikaranîna çekên qedexekirî”.
Mistefa di nameya xwe de daxwaz ji Birêtaniya kiriye ku serederiyê li ser astê siyasî û yasayî ligel Rûsiya li ser fayilê Sûriyê bike û di sercem korbendên navdewletî û bi taybetî li konseya ewlekariyê, ji ber ku ew li tenişt rijêma Esed, aliyekî nakokiyê li dijî gelê Sûriyê ye, û hevdem ku ew bi rastî û fermî fermandarê oparesyonên leşkerî û kuştarên li dijî gelê Sûriyê ye tevlî kuştar û tawanên kêmiyabaranê.
Mistefa cext li ser giringiya wê yekê kir ku pêdiviye reftar ligel Rûsiya û Îranê bête kirin, wek du dewletên dagîrker li Sûriyê û du piştevanên rijêmeke nerewa.
Û wezîrê derve han da li ser girêdana siyasî û yasayî di navbera bikaranîna çekên kêmiyayî li Sûriyê û li vê dawiyê li Birêtaniya de.
Û daxwaz kir ku li ser astê siyasî û leşkerî kar bike ligel Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî ji bo jinavbirina sercem şêweyên terorê û bi taybetî jinavbirina terora Esed.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bi navê gelê Sûriyê sipasiya gel û hikûmeta Birêtaniya kir li ser helwesta wê ya piştgiriya şoreş û gelê Sûriyê li hember tawanên Esed û hevalbend û milîsên piştevanên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî