Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, duhî roja înê di hevdîtinekê de ligel wezîrê dewletê yê karubarê derve yê keneda Omer Elxebira û şandeke wezareta derve ya keneda bi amadebûna sikirtêrê giştî yê Hevbendiyê Nezîr Elhekîm û cîgira serokê Hevbendiyê Selwa Eksoyî û endamên ofîsa têkliyên derve Enes El’ebide û Dîma Mûsa, pabendiya Hevbendiyê bi piroseya siyasî li jêr sîbera navnetewî li Cenêvê û ligor biryarên konseya ewlekariyê hejmar 2118 û 2254 tekez kir.
Şanda wezareta derve ya keneda ji şandera keneda ya taybet bi Sûriya xanim Robin Wîtilfir, û Olrîk Şanon konsilê giştî yê keneda li Stembolê, û xanim Lorans Doşon Labort rawêjkara wezareta derve ya Keneda ya siyasetên rojhilata navîn pêk hatibû.
Şanda keneda ji aliyê xwe ve, pesna rol û aqilmendiya karê opozisyona Sûrî di vê qonaxa zehmet de da, û tekezî li ser piştgiriya hikûmeta keneda ji gelê Sûriyê re kir, her weha tekezî li ser pabendbûna keneda bi piştgiriya danustandinên di bin çavdêriya NY û pêkanîna veguhestina siyasî li ser bingeha biryara navdewletî 2254, li gor daxwaz û pêdawîstiyên gelê Sûriyê û bidawîkirina rijandina xwînê û trajîdiyên xelkê Sûriyê kir.
Herdu aliyan cext li ser giringiya beşdariya Jinê di karê siyasî de û herwiha giringiya amadehiya wê li kêleka mêr di navendên biyardanê de kirin, tevî gengeşekirina raman û mijarên girêdayî bi pirojeyên piştgirî û rahênana jina Sûrî ji aliyê siyasî ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî