Di kongirê rojnamevanî yê dûmahiyê îro li Viyênayê serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî ragehand ku, Desteya danûstandinan biryar daye ku li Sotşî beşdar nebe, û tekez kir ko ew bi operasiyona siyasî li jêr sîwana Netewên Yekgirtî pabend in.
Elherîrî got: bizavên me yên navdewletî hebûn ji bo pêşvebirina operasiyona siyasî û ji bo kurtkirina demê bo çareseriya siyasî, û ji wan bizavan ramanin nû derketin ko operasiyona siyasî hêsan bikin, û got hevdîtina Mosko derfetek baş bû bo gihaştina xalin hevbeş ji çareseriya siyasî re, ji bo pêkanîna berjewendiên hemûyan bi operasiyoneke siyasî ya armanckirî.
Elherîrî destnîşan kir ko şanda desteyê gotûbêj ligel aliyê Rûsî û Netewên Yekgirtî û Komara Tirkiyê û Emerîka berdewam kir, tako sûdê ji çi destpêşxeriya ko çareseriya siyasî li Cinêvê bi pêş ve bibe wegire.
Elherîrî tekez kir ko rêjîma Esed baweriyê bi çareseriya siyasî nayine, û em hewcedarî bizaveke navdewletî ya tevahî ne ji bo cîbicîkirina biryara 2254ê, û ev yek pêdiviya wê bi arezûya navdewletî heye.
Elherîrî dibîne ku şêweyê danûstandina şandê erênî û nerim bû, bê ko ji pirinsîbên şoreşê dakeve û got: em di dezgeheke dîmuqratî de kar dikin û em dewleteke dîmuqratî dixwazin û nêta dezgehê bi dengdaneke azad û zelal û dîmuqratî hebû, û piştî gengeşeyên jidil û danûstandinên hûrbîn li ser kongirê sotşî biryara desteyê ew bû ko di kongirê sotşî de beşdar nebe.
Elherîrî got em bi çareseriya siyasî pabend in bo rakirina dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî û berdana girtiyan, û dibîne Cinêv cihê tenê guncaw e bo gihaştina çareseriyeke siyasî,û hêvî kir ko çi destpêşxeriya navdewletî di çarçoveya biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2254ê de be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî