Tora Sûrî ya mafên mirov di dumahîk raporta xwe de belav kiriye, ku 5783 sivîl her ji êlûna 2015an heta 31’ê çileyê pêşiya 2017’an bi destê hêzên Rûsî yên palpişt ji hêzên Bişar Esed re hatine kuştin.
Tora navhatî di raporteke xwe ya taybet bi destdirêjiyên Rûsî di Sûriyê de, kuştina nekêmtir ji 5783 sivîlan ji wan 596 zarok in û 992 jin in û 53 karmendên pizîşkî bi êrîşên hêzên Rûsî di wê navberê de dîkoment kiriye.
Torê bal kişandiye ku li ser destê hêzên Rûsî “nekêmtir ji 294 komkujî û 817 êrîşên li ser navendên zindî” hatine pêkanîn.
Raportê gotiye ku li ser destê hêzên Rûsî “nêzîkî 217 êrîşan bi danemêt û nêzîk 113 êrîşan bi napalim hatine pêkanîn”.
Torê li ser malpera xwe mezintirîn binpêkirinên hêzên Rûsî li dijî sivîlên Sûriyê her ji destpêka oparesyonên xwe heta dawiya sala borî belav kiriye.
Torê daye zanîn ku dema Rûsiya bixwaze ku roleke siyasî li Sûriyê hebe, pêwîste lêborînê ji gelê Sûriyê bixwaze û rabe bi avadankirina Sûriyê, û daxwaza rawestandina êrîşên li dijî sivîlan ji Mosko kiriye.
Tê zanîn ku hin komele û rêxistinên mafên mirov, Rûsiya bi armackirina bi hezarên sivîlan her ji destpêka êrîşên wê yên esmanî li Sûriyê yên li dawiya êlûna 2015’an tohmetbar kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî