Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê operasiyona armanckirina xwebexşkarên berevaniya sivîl li gundewarê Helebê ji aliyê hin kesên nenas pirotesto kir, û dibîne ko yê ziyanê li xwebexişkarên bervaniya sivîl bike, wek ew ziyanê li bijîşkê ko wî derman dike bike.
Û navendeke rêkxistina berevaniya sivîl ya bi navê kumspî tê naskirin li bajarokê Til Hediye li gundewarê Helebê îro sibehê ji hêla enadmin nenas hatibû armanckirin, di encamê de 4 xwebexşkar şehîd ketin û 3ên din birîndar bûne .
Çalakvanan anî ziman tevlî dîdeya hin dîdevanan, ku çekdarin nenas bi turumbêleke borter êrîşî navenda berevaniya sivîl li bajarokê ko bi ser bajarokê Elhadir ve ye li gundewarê Helebê yê başûr kir.
Çalakvanan bal kişand ser ko çekdarên ji nişka ve bi guleyan êrîşî nobedaran kirin, hemû tiştên di hindirê navendê de tevlî turumbêl û alav û mûbaylan dizîne.
Hevbendiya Niştîmanî bi xurtî tekezî li ser giringiya peyketina tawankaran ji hêla aliyên berpirsiyar ve li herêmê kir, û daxwaz kir ku wan di zûtirîn dem de pêşberî dadiweriyê bikin, û got ko yê ziyanê li tîmên dezgehê bike, ew ziyanê li xelkên hêmin li her derê dike.
Tê destnîşankirin ko berê jî çekdarin din çend xwebexşkarên berevaniya sivîl li bajarê Sermîn li gundewarê Idlibê yê rojhilat kuştine û tiştên li navendê dizîne.
Û tîmên bervaniya sivîl karê xwe yekem car sala 2012ê piştî êrîşa rêjîmê li ser herêmên sivîlan dest pê kir, rêkxistinê çend xelatên navdewletî wergirtine û ji xelata Nobilê re di sala 2016an de ji hêla çalakvanên Sûrî û yên biyanî ve hate berbijêrkirin.
Lê rêkxistin bi fermî di heyva çêriya pêşî de sala 2014an hate damezirandin, rêkxistin xizmetê ji çen parêzgehan re pêşkêşdike û 150 navendên wê hene, bi karûbarê rizgarkirina birîndaran radibe, û kelaxê kuştiyan ji bin wêraniya derdixe, her weha agirê ko ji ber êrîşan çêdibe vedimirîne.
Jêder: nivîsgeha ragihandinê ya hevbendiya niştimanî /Beledî news