Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dana serokatiya “panêla jinavbirina çekên kîmyayî û atomî ya ser bi NY” ji bo rijêma Esed şermezar kir, û da zanîn ku ev yek wê êşandinek ji wijdanê mirovahiyê re û xiyanetkek ji xwîna qurbaniyên zêdetir ji dused êrîşên kîmyayî yên rijêma Esed re be.
Serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa ji bo baykotkirina serokatiya rijêma Esed ji panêla navhatî re di heyamê çar hefteyan de, nameyek ji 18 dewletan re şand, û name ji Amerîka û Birêtaniya û Tirkiya û Elmaniya û Fransa û kenda û Japon û Îtaliya û Ispaniya û Siwêd û Nerwêj û Holenda û Beljîka û Ostraliya û Siwêsra û Filend û Niyoziland û Okraniya re hatin şadin.
Mistefa dît ku serokatiya rijêmeke jirêçûyî wek rijêma Esed ji vê panêlê re, rastgoyî û pakiya vê panêlê ji bo jinavbirina çekan têkdişkêne; ji ber bikaranîna çekên kîmyayî û yên qedexekirî ji aliyê vê rijêmê ve û hewlên wê yên nerewa yên ji bo bidestxistina çekên otomî ku ev yek bi xwe dibe binpêkirin ji pabendiyên jinavbirina çekan û berovajî armanc û piransîpên sereke yên kongirê jinavbirina çekan e.
Mistefa got: rêkeftina çekên kîmyayî û biryarên konseya ewlekariyê bi awayekî eşkere ji aliyê rijêmê ve hatine binpêkirin, û binpêkirin ji aliyê komîta lêpirsîna hevbeş ya NY (OPCW) ve di raporta 25.11.2017’an de ya pêșkêşkirî ji konseya ewlekariyê re hatibû dekomentkirin, ku yekem car gazên jehrê li 21’ê tabaxa 2013’an ji aliyê rijêma Esed ve li dijî miletê Sûriyê hatibûn bikaranîn, û vê dawiyî û ne dumahîk car li 7’ê nîsana borî li Dûma hat bikaranîn.
Mistefa di nameya xwe de gotiye ku “dana serokatiya panêla jinavbirina çekên kîmyayî û otomî bo rijêma Bişar Esed li ser astê navdewletî, wek destnîşankirina kesekî bêşerm û kirêt wek “Cakê xwînrêj” berpirs ji mala jinan re”, li gor rêvebirê cîbecîkar yê çavdêriya netewên yekbûyî “UN Watch” gotiye.
Serokê Hevbendiyê di nameya xwe de daxwaza bidawîkirina derdeseriyên gelê Sûriyê û sizadana tewankaran û pêkanîna daxwazên azadî û rûmet û dadperweriyê ji hikûmetên dost kir.
Hêjayê gotinê ye ku kongirê jinavbirina çekan li sala 1979’an piştî xuleke taybet ya komeleya giştî ya NY hatibû damezrandin, û ji 65 dewletan hatiye pêkanîn, û li salên dawiyê ew dewlet li gor hin pirsgirêkên sereke hatine dabeşkirin, û hersal kongir tê lidarxistin û dewletek serokatiya wî dike, ligor rêzbenda tîpên Elfebeyê ji navên wan re, û ji bo guhertina dewleta ku bibe serok ji kongir re, divê hevdengiyeke navdewletî di navbera dewletên beşdar de hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî