Bi amadebûna serokê Hevbendiyê mamoste Elbdilrehman Mistefa û beşdarbûna hejmarek mezin ji kesayetiyan wek serokê Desthilata Sûrî ya Demkî û serokê desteya danûstandinan û serpereştê Erkan û Feyleqên artêşa Sûrî ya azad û Dadgehên Dadweriyê hem jî nûnerên êl û hozên Sûrî û serpereştiya polîsan û berevaniya sivîl û rêkxistinên civaka sivîl, evro çarşembê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bargehê xwe yê sereke li gundewarê Helebê yê bakur vekir.
Vekirina bargehê ya li herêma Elra’î li gundewarê Helebê ye, bi hildana ala şoreşa Sûriyê dest pê bû, di pey re pêşdîtineke leşkerî ji aliyê artêşa Sûrî ya azad û polîsên sivîl û yên leşkerî hat pêşkêşkirin.
Di pey re birêz Ebdilrehman Mistefa gotinek da tê de tekezî li ser giringiya vê ahengê kir, û got ku ev bûyereke giring û tewerî ye, û hêvî kir ko hemû xaka Sûriyê rizgar bibe û ber bi dewleteke azad û dîmuqrat ve biçin, wek ko miletê Sûrî di şoreşa xwe de ya ji 2011ê ve berdewam e, daxwaz kiriye.
Bal kişand ser ko bargehê Hevbendiya Niştimanî li ser xaka Sûrî ya rizgarkirî ‘’ pêngavek e ji bo pêkanîna hêviyên me, û ji miletê Sûrî re bibe laşekî tevayî yê ko nûnerîtiya hebûna wan ya fermî dike.‘’
Û got ku vekirina vî bargehî: ‘’Dê rê bide me ko em li ser xaka xwe bin, ligel dezgehên Desthilata Sûrî ya Demkî û artêşa niştimanî û encûmenên xwecihî û saziyên gel û dezgehên civaka sivîl, ko rajeya miletê Sûrî bike û xizmetgozeriyan ji wan re dabîn bike. ‘’
Û xweragiriya miletê Sûrî û tekoşîna wî li dijî zordarî û tawankariyên cengê yên berdewam ko rêjîma Esed pêk tîne bilind nirxand, û got ku eger ne ji xwîna qurbaniyan ba ya ko xaka Sûriyê av da, ev herêm ji hêzên Esed û rêkxistinên tirorist ên din nedihat rizgarkirin.
Mistefa tekez kir ko amancên Hevbendiya Niştimanî ‘’ nayên guhertin, û daxwazên miletê Sûrî û mafên wî destûra me ne, û ew dihêle pabendî bi pirinsîbên şoreşê mêzêna me ya em hemû jê re kar dikin be, û biryarên xwe li gora wê terazû dikin. ‘’
Û bal kişand ser ko ‘’tiştê em bizavê bo wê dikin ew e ku rêzgirtina yasayê û mafên mirovan di serê pêşindeyan de bin, û pîvana giring be dema danûstandina bi hemû kêşeyan re, li hemû dezgehên me.‘’ û got ko ev tişt bi dehên salan ji dezgehên Sûrî dûr bûn.
Serokê Hevbendiyê di gotina xwe de got ku bizav ji destpêkê ve dibe ji bo ‘’ damezirandina desthilateke dadwer û dezgehine ko pêşindeya wan xizmeta hevwelatiyan û dezgehên ko navbera lêpirsîn û azadiyê terazû bikin, dezgehine ko rûmeta hevwelatî biparêzin û reseniya vî miletî diyar bikin. ‘’
Daxwaz ji hemû hêzên şoreşê û yên opozisyonê kir ko li himber beraberiyan û erkên mezin û pir yên dahatî rawestin, û got ku pêdiviya me bi piştgiriya hemû Sûriyan heye ji bo tevde di bizavên Hevbendiya Niştimanî de beşdar bibin û pabendiyê bi pirinsîbên şoreşê bikin.
Her weha tekez kir ko giring e hevrêzkariya bilind dabîn bibe, û rol di navbera hemû dezgehan bên parvekirin, da xizmeta miletê Sûrî bikin, her weha tekez kir ko giring e nimûneyeke hevtekûzkirinê ji bo karê niştimanî hebe, û sûdê ji tevaya pisporan bibînin û delîveyê ji têkçûnê re nehêlin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî