Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ji bo rêzgirtina jina Sûrî, roja 13 nîsanê ji her salê roja jinê terxan kir, wek rêzgirtina wê ji ser karê jinê re ko di salên şoreşa Sûrî de pêşkêş kiriye.
Di çalakvaniya îro li bajarê Istanbûlê ko Hevbendiya Niştimanî pê rabû, di çalakiyê de 12 jinên Sûrî ko di salên borî de çalakiyên wan pir balkêş bûn hatine xelatkirin.
Cîgira serokê Hevbendiyê Selwa Eksoyî di gotina destpêkê de got ku jina Sûrî di xweragiriyê û sûrbûnê li dijî zordariyê nimûneyeke balkêş da, ji bo mafên xwe yên şaristanî û mirovî bicih bike.
Got ku ew bi hîvî ye tiştê ko jina Sûrî pêşkêş kir û pêşkêş dike dîrok binivîsîne, û got ‘’jina Sûrî hêja ye ko (13 nîsanê) rojeke taybet ji bo wê be , ko tê de xwe û malbat û civak û cîhanê li bîra xwe û wan bîne, ko derket xwepêşindanên aştiyane û bîne bîrê tiştê ko zordaran bi serê wê û welatê wê de anîne.
Eksoy tekez kir ko şoreşa Sûriyê ranaweste, heta ko daxwazên miletê Sûrî bi azadî p rûmetê misoger nekin û rêjîmê birûxîne, berdewam kir û got ‘’jina Sûrî li rex mêrê Sûrî amade bû, daxwaza mafên miletê Sûrî dike , daxwaza rizgarkirina Sûriyê ji desthilata zordar û tirorist dike.‘’
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî