Li bajarê Qamişlo û piştî gefên Emerîka bi lêdaneke leşkerî dijî rêjîma Esed, îro Pêncşembê geştên esmanî hatin rawestandin.
Çavkaniyekê ji balfirxaneya Qamişlo ji malpera Hevbendiyê re diyar kir ku ji roja Pêncşemê ve tevaya geştên esmanî ji ber gefên Emerîka hatin rawestandin, û ne diyare wê kengî tevger li balfirxaneyê vegere.
Wê çavkaniyê diyar kir ku balfirxaniya Qamişlo çend balefirên leşkerî lê hene û hin rokêt û topên giran lê peyda dibin.
Di vê derbarê de rêxistina Oirpî ya ewlehiyên geştên esmanî kampaniyên balafiran agahdar kirin ku ji esmanên Sûriyê dûr bikevin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê