Duh Çarşem ê 11 Nîsanê li gundewarê Efrînê di encama teqîna mayinkê de11 welatiyên sivîl hatin kuştin , li gor çalakvan Mihemed Hesen ji malpera me re ragihand, dema ku 3ê malbatên Êzîdî ji xelkê Qestel Cendo ji nêzî Til Rif’et ber bi bajarê Helebê ve diçûn bi dizî mayineke çandî bi otombêla wan de teqiya, û di encamê de 11 kes hatin kuştin û 2 ji wan zarok in.
Hesen diyar kir ku çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD û çekdarên rêjîma Esed derdora bajorkên Nubil û Elzehraa û Til Rif’et tev de mayin kirine, û di encamê de 11 kes hatin kuştin.
Her wiha Hesen tekez kir ku berî 3 rojan li bajarê Efrînê ji encama teqîna xaniyekî ku çekdarên PYD ê mayin kirbûn, 5 kes ji malbatekê hatin kuştin.
Tê zanîn ku çekdarên PYD ê bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundewarê wê berî ku derkevin mayin kirine, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xew ji dest dane.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê