Amerîka çend pêgehên leşkerî yên rijêma Esed ji bo bombebarankirinê destnîşan kirine, û serokwezîra Birêtaniya “Theresa May” jî kariye piştgiriya wezîrên xwe yên mezin wergire, ji bo bizaveke leşkerî bi beşdariya Waşinton û Parîsê li dijî Bişar Esed.
Tora “CNBC” ya Amerîkî, duhî roja pêncşemê li ser zarê çavkaniyeke nediyarkirî ragihand ku Waşinton, ji ber bikaranîna çekên kêmyayî li ser bajarê Dûma yê li gundewarê Şamê ji aliyê rijêma Esed û têde bi sedan birîndar û şehîd ketin, niha gengeşeya êrîş û bombebarankirina heşt deveran li Sûriyê dike.
Û ligor heman tora nûçegehanî, du firokxaneyên leşkerî yên rijêma Esed di nav armancan de ne, ewên Rijêm wan bi kar tîne ji bo armanckirina navçeyên nişteciyan û yên rizgarkirî, û tevlî navenda lêkolîn û karsaziya çekên kêmyayî.
Serokê Amerîka Doland Turmp tekez kiriye ku lêdana leşkerî ya li ser serbazgehên rijêma Esed nêzîk bûye, û serokê Amerîka li ser bersiva daxuyanî û gefên Rûsiya yê bi bersivdana êrîşan li dema armanckirina pêgehên hêzên xwe, bal kişand ku artêşa Amerîka wê mûşekên nû û zîrek bikar bîne di wan êrîşan de.
Medeyaya Amerîkî û Birêtanî got ku Wezareta Berveniyê ya Amerîka biryar daye li ser bicihkirina mezintirîn gemiya xwe ya leşkerî li derya spî li nêzîk qeraxên Sûriyê, ji bo amadekariyên êrîşeke leşkerî ya mezin li dijî rijêma Bişar Esed.
Û çend keştiyên leşkerî yên Amerîka li hindav kinarên Sûriyê hene, ji wan keştiya “USS Doland Hook” ku 60 mûşekên corê “Tomahawk” hildigire, herwiha ku gemiyên firokhilgir yên mezin “USS Harry Truman” ya nêzîkî 90 firokên şer û pênc keştiyên şer û mûşekên Tomahawk wek baştirîn û zîrektirîn mûşekan hildigire, li roja çarşemê ji wîlayeta Virginia bi rêket û ber bi derya spî hat, ji bo tevlî koma gemiyên leşkerî ya Amerîkî bibe.
Dezgehên ragihandinê bal kişandin ku çend firokên corê “B2 stealth” yên radar wan eşkere nakin, ji wîlayeta Missourî bi bombê zor tirsnak û mûşekên Tomahawk ber bi binkên Amerîka firîn, û dibe tevlî oparesyona leşkerî bibin.
Herwiha ku duhî roja pêncşemê, hikûmeta Birêtaniya razî bû li ser daxwaza serokwezîra xwe “Theresa May” ji bo lêdana pêgehên leşkerî ên rijêma Esed bi beşdariya Amerîka û Fransa û bi piştgiriya hikûmeta Elmaniya û NATO, û medeya Birêtanî tekez kir ku serokwezîr “May” ferman daye çûna paporên leşkerî ber bi derya spî, bi awayekî ku mûşekên wan bigehêjin navçeyên rijêma Esed û milîsên mezhebperist yên Îranê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî