Rûsya hin gemiyên xwe ji bargeha xwe ya leşkerî ya Tertûs kişandin, acanseke nûçeyan ji devê berpirsekî Rûsî guhast ko ew ji bo saxlemiya gemiyan e, hem jî girseyeke leşkerî ya Emerîkî ko piştî êrîşa li ser Îraqê li rojhelata navîn ew mezintirîn girseya leşkerî ye.
Raportine navdewletî diyar kirine ko Mosko ji piştgiriya Esed vekişiyaye piştî ko Emerîka gef li rêjîmê xwarine, bi sedema ku wê şemiya borî dîsa çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar anîne, û ew dê wê siza bike, ‘’raport dibînin ko Sûriya ket qonaxa piştî Esed.’’
Acansa Interfaks ji devê Viladîmêr Şamanov, serokê komîta bervaniyê di Encûmena nûneran, guhast ko gotiye gemî ji bargeha li ser deryaya spî ji bo saxlemiya wan bar kirine, bêtir got ev pêrabûneke normal e, gava ko gef bi êrîşan hebin. Her weha Kirêmlên daxwaz kir ko çi gûrkirin çênebe, û bal kişand ser ko berpirsiyarên Rûs di têkilya digel Koçka Spî de herdem berdewam in.
Bargeha leşkerî ya li Tertûsê piştî ya Himêmîm mezintirîn bargeh e, ko firokên Rûsî bo piştgiriya rêjîma Esed li dijî şoreşgeran bikar tînin.
Dezgeha Birîtanî ya nûçeya BBC îro înê got ku girûpa gemiyên çekên asmanî û yên deryayî yên Emerîkî berê wan li Sûriyê ye, û navê çend gemiyên mezin ên wêranker yên ko bi bombeyan û alavên leşkerî barkirî ne anîn ziman.
Piştî sivîlên bi kotekî koçber bûne, gihane bakurê Sûriyê, xwîna hin nexweşan hatiye taqîkirin, nîşanên gazên jehrê diyar bûne. Toreya NBC News ya nûçeyan ya Emerîkî ji hin berpirsiyên ko ew bi nav nekirine guhast ko ‘’ji nimûneyên taqîkirî diyar bû ko nîşanên bikaranîna gaza kilor û gaza damaran (bê ko navê wê bêjin) hene. ‘’
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê duh daxwaz kir ko gerek operasiyona li dijî rêjîma Esed Beşar Elesed û hemû tawankarên cengê yên rêjîma wî û milîtanên tiroristî yên Îranî amanc bike.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko pêşketinên vê dawiyê wê rê li pêşiya pirosesa veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê veke, da dest bi damezirandina desteya desthilatdar a bi karûbarên tekûz bibe.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî