Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê civînek ligel penaberên Sûrî yên li Libnanê û kampên wê pêkanî, bi amanca dîtin û nirxandina rewşa wan , û pêdiviyên wan ên fêrkirin û tendiristiyê gengeşe kirin.
Ew civîn bi rêya toreke televizyonî ya girtî roja çarşembê çêbû, bi rêkxistinkirina birêveberiya karûbarên penaberan ya Hevbendiya Niştimanî, û penaberên Terablis, Buqa’ û kampên Ersal axivîn.
Seroka birêveberiyê Emel Şêxo tekez kir ko milîtanên Hizbullaha tirorist berpirsiyariya mezin ya tawankariyên derheqê penaberên Sûrî de li Libnanê çêbûne hildigirin, ji wan jî revandin û girtin û êşkencedan, hem jî tiştin din kirine ko jiyana penaberan kiriye zehmetiyeke herdemî.
Di heman çaxî de destxweşî li helwest û bizavên wezîrê karûbarê penaberan Muîn Merebî kir, yê ku parek ji berpirsiyariyê da ser milê desthilata Libnanî û dezgehên wê yên ewlehiyê, û daxwaz kir ko mafên penaberan bi tekûzî li gora yasayên navdewletî dabîn bibe, û got ku giring e rê li ber rêkxistinên navdewletî vebe bo dîsa bi pirogramê xwe yê xizmeta penaberan rabe.
Şêxo got ku endamên Hevbendiya Niştimanî ligel gelek penaberên Sûrî li Libnanê axivîn û bi rewşa wan ya jiyanê agahdar bûn, bi taybetî ya fêrkirin û tendiristiyê, hem jî alîkariyên xwarinê û yên bijîşkî.
Û bal kişand ser ko rewşa mirovî ya penaberên Sûrî yên li Libnanê pir xerab e, û bi taybetî werzê zivistanê hatiye, û anî ziman ku kampên penaberan yên li piraniya herêman, ji pîvan û mercên navdewletî dûr in, û pêdiviya wan bi çaksazkirinê heye.
Şêxo daxwaza lêkolînine navdewletî kir bo çarenivîsa hin penaberên ko ji Libnanê vegeriyane Sûriyê aşkere bibe, û got: Raportin hene tekez dikin ko rêjîma Esed hin malbatên vegeriyane gundewarê Humsê kuştine.
Û got hêj rewş bo vegera penaberan ne guncav e, û daxwaz ji Netewên yekgirtî kir ko pirosesa siyasî aktîv bike tako bigehên çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, ko ew dê alîkar be bo zemîneke aram û bêlayen dabîn bibe, û ev rê wê bihêle penaber ji ber xwe ve vegerin.
jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî