Parêzgeha Dera dîsa rola xwe ya aktîv a dijberiya rîjîma Esed vedigerîne, wek berê ku çawa pirîska şoreşa Sûriyê sala 2011ê jê dest pêkiribû, ko hin kesên nenaskirî siloganên li dijî rêjîma Esed li ser dîwarên dibistaneke seretayî li gundê Elkerek ê rojhelatê Dera nivîsandine.
Çalakvanin xwecihî gotin ko ew siloganên li ser dîwaran hatine nivîsandin; dîsa daxwaza rûxandina rêjîma Esed û partiya Baas û berdewamiya şoreşê kirine.
Çalakvanan destnîşan kir ko ew hevokên bi şev hatine nivîsandin, ji hêla komekê ko navê ‘’ Elmiqaweme Elşabiye‘’ li xwe kirine hatine danîn , dezgehên ewlekariya rêjîmê sibehan jêdibin ji tirsa ko bibe giştî wek ko destpêka şoreşê hêzên ewlekariyê wisa dikirin.
Di heman pêvajoyê de li bajarokê Elmizêrîb li parêzgeha Dera siloganên lidijî rêjîmê li ser dîwaran hatine nivîsandin, careke din heman siloganên destpêka şoreşa Sûriyê li hin kolanan hatine nivîsandin, ji wan jî ‘’Dora te hat doktor‘’, ‘’ milet rûxandina rêjîmê dixwaze‘’, ‘’mirin û ne riswabûn ‘’ .
Tête destnîşankirin ko hinên nediyar sala 2011 li ser dîwarê dibistanekê silogan lidijî rêjîmê nivîsandibûn, û ji ber wê jî rêjîmê hinek şagirt girtin û ew êşkence kirin û neynûkên wan hilkirin, paş re xwepêşindanên aştiyane yên ko daxwaza rûxandina rêjîmê kirin destpê kirin, û ew bûyer bû pirîska yekem ya destpêkirina şoreşa Sûriyê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî