Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî civînek digel çend nûnerên dewletên hevalên Sûriyê lidar xist, ji bo dawîtirîn pêşveçûnên siyasî û meydanî li Sûriyê gotûbêjêj bikin.
Herdu aliyan rewşa sivîlên Reqayê ya zehmet bi amadebûna serokê Encûmena xwecihî ya bajarê Reqa Dr. Se’ed Şiwêş û çend çalakvanan gengeşe kirin.
Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî daxwaz kir ko giring e rêbuhêrkên mirovî ji sivîlên asê mane re vebin, û alîkariyên mirovî û yên bijîşkî bigihên wan, çimkî bi sedan bûne qurbanî di nav wan de zarok û jin jî hene, bi sedema şerên tund di navbera rêkxistina Daiş û hêzên “QSD” yên ku Emerîka piştgiriya wan dike.
Civîngeran li ser nehêlana Partiya Yekîtiya Dîmuqrat xelkên reviyayî ji Dêra Zorê û Reqayê derbasî bajar û bajarokên bakurê Sûriyê bibin, û wan neçar dikin ko di kampan de li çolê bicih bibin, yên ko çalakvanan navê “kampên mirinê” li wan kirine axivîn.
Herdu aliyan civînên dawiyê yên ko li paytexta Siûdiyê Riyad di navbera nûnerên desteya bala ya danûstandinan û nûnerên koma Qahire û koma Mosko gengeşe kirin.
Endamên desteya siyasî daxwaz ji dewletên piştgiriya şoreşa Sûriyê dikin kirin ko piştgiriya xwe ya siyasî ji şanda desteya bala ya danûstandinan re berdewam bikin, û dibînin ko “mana wan li rex me ji bo derketina di rûyê beraberiyên vê demê de dê di berjewendiya veguhastina siyasî ya rasteqîn li Sûriyê de be ”.
Endamên desteyê tekez kirin ko naveroka veguhastina siyasî misoger nabe eger Beşar Elesed bimîne, û gotin ewê dîsa zordarî û gendeliyê li Sûriyê vegerîne, û dê tundûtûjia ko gefê li ewlekarî û aştiya navdewletî dike bêtir bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî