Rêxistina Neteweyên Yekbêyî ya Zarotiyê(UNICEF) di raporeke xwe ya nû de amaje bi wê yekê kir ku zarokên derbider di nava Sûriyê de bobelateke rasteqîn dijîn, herwiha daxwaza rawestandina şer li bajarê Reqayê kir, û vekirina rêyên ewle ji bo derketina sivîlan.
Rapora rêxistinê eşkere kir ku şerê giran hişt ku bi hezaran malbat ji herdû bajarên Reqa û Dêrazorê koçber bibin, herwiha di raporê de hatiye ku bandora şer li ser zarokan li tevahiya Sûriyê hêjî zêde ye.
Nûnerê UNICEF li Sûriyê Firan Îkîza yê ku vê dawiyê serdana gundewarê Reqayê kiribû got ku zarok zehmetiya tundûtûjiya hovane û nebûna ewlekariyê dikşînin, herwiha birçîbûn û tîbûn û nebûna pêdawistiyên jiyanê yên rojane.
Hevrêzkarê Karûbarên Mirovî di Neteweyên Yekbûyî de li Sûriyê Yan Êgland berya çend rojan li pêşberî rojnamevanan got ” Ez ne bawer im heta niha rewşa deverekê li ser zemînê ji ya wan pênc tax û 20 hezar welatiyên di nava reqayê de hebe “.
Û li gor raporên ku dighên rêxistina ku guhdanê bi karûbarên zarokan dike li nava Reqayê ,hêj bi hezaran zarok di nava wî bajarî de dorpêçkirî ne, û hin ji wan li hêlên şer asê mane.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê/ Hin ajans