Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê civaka navnetewî berpirsyar dît di ber berdewamiya rejîma Esed di pêkanîna tawanên zêdetir de, nemaze bikaranîna çekên kîmyayî ji ber bêdengiya li hember tawanên rejîmê, û bal kişand ku bersiva pratîk û baş li ser tawanên rejîmê û hewldanên Rûsyayê, cîbicîkirina biryarên navnetewî yên Konseya Ewlekariyê ye.
Û Hevbendiya Niştimanî duhî roja duşemê daxuyaniyek bi helkefta salvegera êrîşa kîmyayî ya li dijî bajarê Duma li gundewarê Şamê derxist, têde Rûsiya bi jinavbirina hemû hewldanên ji bo cîbicîkirina dadperweriyê û hemû şans û derfetên çareseriyê yên bi rêyên dîplomatîk û siyasî gunehbar kir.
Hevbendiyê tekez kir ku bersiva praktîk û baş li ser tawanên rejîmê û hewldanên Rûsyayê, bi cîbicîkirina biryarên navnetewî yên Konseya Ewlekariyê ye, herweha bizaveke navnetewî ya ji bo neçarkirina rêjîmê, Îran û Rûsya li ser erêkirina van biryaran û bicihkirina prosesa siyasî ye ji bo destpêkirina pêvajoya veguhestina siyasî li gor daxuyaniya Cinêv1 û biryarên Konseya Ewlekariyê ya 2118 û 2254 di bin sîbera Netewên Yekbûyî de.
Hevbendiyê di heman demê de, rejîma Esed û hevalbendên wê bi pêkanîna êrîşên kîmyayî û sûcên kuştin û koçberkirina bi darê zorê gunehbar kirin, hevdem cext li ser berpirsiyariya civaka navnetewî ji bo dadgehkirina gunehbaran û standina helwesteke hevbeş ji bo sizadana tawanbarên şer yên rêveberên rejîmê, û misogerkirina dadgehkirina wan li pêşiya dadgeha tawanên navnetewî kir.
Dîsa tekezî kir li ser pêwîstiya çalakkirina Komîsyona Navnetewî ya Lêpirsînê, û raguhestina fayilê tawanên şer ên ku li Sûriyê dibin bo Dadgeha Tawanên Navnetewî, û sepandina tundtirîn siza li ser her tawanbarekî destê wî di rijandina her dilopekê ji xwîna gelê Sûrî heyî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê