Washington bi rêya Wezareta Karê Derve, di du rojên dawî de, careke din pabendbûna xwe bi civaka navnetewî re piştrast kir di mijara dadgehkirina rejîma Esed li ser kiryarên wê yên hovane, û Wezareta Derve di tweetekî de li ser saytê “Twitter” bi helkefta duydmîn salvegera êrîşa kîmyayî ya “Xanşîxon” û herwisa bûrîna nêzîkî salekê di ser êrîşa dijî Dumayê.
Wezareta Derve ya Amerîka di tweetên xwe de, got ku ew dê berdewam be di bizavên xwe yên parastina nirxên cîhanî li dijî bikaranîna çekên kîmyayî.
Hêjayê gotinê ye ku Amerîka, Brîtaniya û Fransa di demek pêştir de, di daxuyaniyeke hevbeş de hişyarî dabûn “rijêma Esed” li ser bikaranîna çekên kîmyayî bi helkefta duyemîn salvegera êrîşa rejîma Esed ya bi çekên kîmyayî li ser bajarokê Xanşîxon li deşta Idlibê, ku têde bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn.
Û hersê dewletan “rijdiya xwe ” ji bo piştgiriya Koma navnetewî ya lêpirsînê bo destnîşankirina kesên berpirsiyarên bikaranîna çekên kîmyayî li Sûrîyê diyar kir, û ev yek bi “pêngaveke giring” dabûn zanîn ji bo misogerkirina rizgarnebûna sûcdaran ji sizayê.
Hevdem ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê diyar kiribû ku bersiva praktîk û baş li ser tawanên rejîmê û hewldanên Rûsyayê, pêdivî bi cîbicîkirina biryarên navnetewî yên Konseya Ewlekariyê û bizaveke navnetewî heye, ji bo neçarkirina rêjîmê, Îran û Rûsya li ser erêkirina van biryaran û prosesa siyasî ji bo destpêkirina pêvajoya veguhestina siyasî li gor daxuyaniya Cinêv1 û biryarên Konseya Ewlekariyê 2118 û 2254 di bin sîbera Netewên Yekbûyî de.
Û Hevbendiya Niştimanî cext li ser berpirsyariya civaka navnetewî kiribû ji bo dadgehkirina tawanbaran li pêşiya dadgehan û standina helwesteke hevbeş ji bo dadgehkirina tawanbarên şer li pêşiya dadgeha tawanên navnetewî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê