Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dîsa tekez dike ko ew bi şerê tiroristiyê bi hemû cûreyên wê pabend in, û dê bi şirîkên xwe Tirkiyê û Hevalbendiya Navdewletî re kar bikin ji bo rêkxistinên tirsorist têk biçin, û xak û bajarên ko dagîr kirine ji miletê Sûrî re vegerin.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de bal kêşand ser ko bi mehan di bizava berfireh ya ji bo herêma aram li bakurê Sûriyê beşdar bû, ji bo rewşeke baş dabîn bikin bo xelk bi razîbûna xwe vegerin.
Hevbendiya Niştimanî got ku ew hêvî dike bizav biser bikevin û desthilata hatî ferizkirin ya bi serkêşiya PYD û rêkxistinên tiroristî yên sînor derbas kirine û li wan herêman tundûtûjî û tiroristiyê pêk tînin nemînin.
Hevbendiya Niştimanî got ew piştgiriya wezareta berevaniyê û serokatiya erkan dike, û tekez dike ko artêşa niştimanî amade ye li himber tiroristiyê raweste bi hevkarî û karê hevbeş li gel Tirkiyê, ya ko berjewendiyên niştimanî yên miletê Sûrî bi pêkhatiyên wî yên corbicor ji Ereb, Kurd, Tirkuman, Siryan û Aşûrî û yên din biparêze, û nahêle ko çi rêkxistinên tiroristî xaka Sûriyê bikar bînin ji bo gefê li ewlehî û aramiya Sûriyê û dewletên cîran bikin.
Daxuyaniyê diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî ji desthilata demkî û wezaret û birêveberiyên wan xwest ku amade bin ji birêvebirina çi herêmên ko bêne rizgarkirin re, û bizavê bikin bo encûmenên xwecihî yên bêne hilbijartin damezirînin, û xizmetên pêdivî dabîn bikin û ewlehiya xelkên me biparêzin, da mana wan di mal û bajarên wan de dabîn bibe
Hevbendiya Niştimanî bang li hemûyan kirin ko hevkariyê bi artêşa niştimanî re bikin da tiroristiyê têk bidin û karê dezgeh û desteyên ko xizmeta hevwelatiyan bikin aktîv bikin.
Hevbendiya Niştimanî got ku ew têkilyên xurt bi dewletên dost û bira re dike ji bo wan bi rewşê agahdar bike, û tekez kir ko piştgiriya bizavên siyasî û leşkerî dike ji bo metirsiya tiroristiyê ji ser rojhelatê Sûriyê bide alî, di heman çaxa ku li himber rêjîma zordar ya Esed bi hemû şêweyan radiweste.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî