Tora Sûrî ya Mafên Mirovan îro eşkere kir ku lêkolîna torê ya derbarê bikaranîna çekên kîmayî ji hêla rêjîma Esed li gundê “el-Kabina” li gundewarê Laziqiyê, lêpirsîna ji hêla Wezareta Derve ya Amerîka bihêz kir derbarê berpirsiyariya rejîmê di ber êrîşê de.
Ev yek îro çarşemê di daxuyaniyeke tora mafên mirovan de hat bi helkefta îmzakirina peymana hevkariyê bi Hikûmeta Amerîka re, ji bo beşdariya di lêkolîn û darizandinê de.
Daxuyaniyê diyar kir ku peymana vê mehê hatiye îmzekirin, ji bo pêkanîna mekanîzmayeke hevkariyê û hevahengiyê û parvekirina agahdarî û dateyên belgekirî yên ji hêla Tora Sûrî ya Mafên Mirovan li ser binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê û tawanbarên van binpêkirinan pêk tê.
Daxuyaniyê zêde got ku ev peyman hatiye bi armanca beşdarîkirina di lêpirsînan de yên ji hêla Hikûmeta Amerîka li ser hindek ji van binpêkirinan dibin, û binavkirina hejmareke herî mezin ya tawanbarên van binpêkirinan di nav lîsteyên reş yên aborî û siyasî de; ku bibe astengiyeke mezin li pêşiya dubarekirina desthilatdariya rejîmê li ser hemû biyavan, û bibe awayekî giring ji awayên darizandinê yên niha berdest hene.
Torê da zanîn ku yadeştnameya têgihîştinê di navbera Tora Sûrî ya Mafên Mirovan û mekanîzmaya serbixwe û bêalî ya navnetewî de ji bo lêpirsîn û darizandina kesên berpirsiyar yên tawanên giran li gorî yasaya navdewletî hatiye îmzakirin, û gelek date ji hêla Tora Mafên Mirovan ji bo mîkanizma navdewletî hatin radestkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku diyalog ligel gelek welatên Ewropî hene ji bo îmzekirina rêkeftinên hevbeş bi mebesta parvekorina dateyan û bikaranîna wan bo mijarên dadmendî û berpirsiyariyê, û eşkerekirina tawanbarên binpêkirinan û astengkirina dubarekirina desthilatdariya rejîmê ku bi dehhezaran endamên wê gunehbar in di tawanên dijemirov û tawanên şer de .
Daxuyaniyê bal kişand li ser hevkariya çalak ya Komîsyona Lêpirsîna serbixwe ya navnetewî, Ofîsa Netewên Yekbûyî ya kordînasyona karên mirovî, Koma kar ya teybet bi windekirinê, û herweha hejmarek raporên taybetî yên wek raporta kuştina derveyî yasayê û dosya êşkencedanê.
Daxuyaniyê bang li hemû welatên cîhanê kir da kar bikin ji bo ku ti hikûmet û rejîm nikaribin peymana Cinêvê binpê bikin û hemî bizavan bikin ji bo darizandina kesên berpirsiyar, û ev yek dê rê bigire li ber hewlên kopîkirina rejîmê bi rêya hevalbendiya bi Rûsya yan Çînê re ji bo parastina rejîmê di civata ewlekarî de, ku bi vî rengî rê li berdewamiya sûcên mezin bigire.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî