Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikbreriya Sûriyê, dê sibe li roja înê dest bi civîna xwe ya giştî ya xula 45’ê bike, û dê behsa êrîşen leşkerî yên li vê dawiyê dibin ji aliyê hêzên Esed û Rûsya, û pêşketinên li ser erdê yên ji bo asayîş û aramiyê li deverên rizgarkirî bike, ku rastî êrîşkariya leşkerî ya gelekî metirsîdar tê.
Hevbendî di civînê de dê li ser vexwendina şanderê tayebt yê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Gear Pedersen raweste, ji bo Rûsya rabe bi parastina agirbestê li deverê, û ji bo pabendbûn û berdewamiya vê yekê.
Herwiha dê êrîşên vê dawiyê yên hêzên rejîmê û bombebarana deverên rizgarkirî, bi taybetî li ser gundewarê Idlib û Hama, yek ji mijarên sereke ku dê ji aliyê Hevbendiyê dê bêne gotubêjkirin, ku bi helîkopter, çekên giran û balafiran têne bombebarankirin, ku ev yek bûne sedema şehîdketin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên sivîl û koçberiyeke berfireh.
Herwiha di civînê de wê serokê nû yê Hevbendiyê û cîgirên wî û sekreterê giştî û endamên desteya siyasî bêne helbijartin, tevî helbijartina serokê nû yê hikûmeta demî ya Sûriyê piştî Dr. Cewad Abu Heteb.
Dê behsa pêşveçûnên siyasî û hewldanên NY bibe ji bo çalakkirina pêvajoya siyasî û destpêkirina karê komîteya destûrî û mijarên din yên hene di pêvajoya Cenevre de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî