Serokê Hevbendiya Niştimani ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Abda, îro li roja çarşemê li Ankara paytexta Tirkiyê, ligel wezîrê hundir yê Tirkiyê Silêman Solyo civiya, û rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê ligel gotûbêj kir, bi taybetî piştî van biryarên dawiyê li Stenbolê derketin.
Serokê Hevbendiya Niştimani ligel şandeyek bilind civiya, bi tevlîbûna çend karbidestên taybetmend yên doseyên sereke. Abda ji wezîrê Turkiyê re piştrast kir ku çavdêriya karûbarên Sûriyên li Tirkiyê û pêkanîna xizmetên wan karekî serekî yê Hevbendiya Niştimani ye di qonaxa pêş de.
Serokê Hevbendiya Niştimanî hin daxwaz û pêşniyar dan wezareta hundir ya Tirkiyê, û Abda got ku hevdîtinê rêbazên hevkariyê di navbera herdu aliyan de gotûbêj kirin, ji bo çareseriyên praktîk, û diyar e ku hevdîtin “berhemdar û serkeftî bû”.
Wî got ku ” Hevdîtin di seqayek erênî û çakbîniyê de bû”, û diyar kir ku Komîteyek Hevbeş hat damzrandin, bi serokatiya cîgirê wezîrê hundir Ismail Chattakly, û serokê Hevbendiya Niştimanî.
Dê Hevbendî berdewam be ligel aliyên sûrî yên kartêker ji bo damezrandina vê Komîteya hevbeş, û Serokê Hevbendiya Niştimani diyar kir ku armanc ji Komîteyê ew e, xelkê Suriyê yek deng û yek peyam bin, ji bo rasterast peywendiyê bi rayedarên hikûmeta Tirkiyê yên taybetdar bikin, li gel karê hevrêz ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan û niştecîhên li Tirkiyê.
Wî diyar kir ku komîte wê karê xwe zû dest pê dike, û di pêşerojek nêzîk de dê bi gelek saziyên fermî re hevdîtinan pêk bînin, ji bo hevkarîya herî mezin pev re bikin, û got ku gelek tevger û sîstem ji bo Hevbendiya Niştimanî ji bo herkesî hene.
Herwiha ku dibe Hevbendiya Niştimanî di hefteya pêşîn de bi riya preskonferansekî, encam û karê komîteyê û biryarên bi hikûmeta Tirkiyê re pêşkêş bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî