Rêkxistinên sivîl yên Sûrî ko li bajarê Meeret Elnuman kar dikin, bang li civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî û Encûmena Ewlehiyê kirin, bo komîteke navdewletî bişînin tako vekolînê di çekên bi destê rêjîmê û Rûsya di kuştara hefteya bûrî de hatine bikaranîn bikin.
Daxuyaniya hevbeş ya ji ‘’ Kombenda Jinên Sûrî‘’ û rêkxistina‘’Nerînên Pêşerojê‘’, berpirsiyariya tawanên dijî sivîlan yên rojane pêşberî çavên cîhanê pêk tên, da ser milê civka navdewletî.
Daxuyaniya herdu rêkxistinan got ku parastina aştî û ewlehiya navdewletî ji pêşindeyên karê Encûmena Ewlehiyê ye, û got ku qirkirina sivîlan û tawanên li Idlib çêdibin, gefê li aştî û ewlehiya navdewletî dike.
Daxuyaniyê amanckirina sivîlan ji hêla rêjîmê û Rûsya ve, ko bargehên sivîlî ji nexweşxane û dibistan û bazaran dide ber xwe pirotesto kir, ku firokên Rûsî bazara gelêrî ya bajarê Meeret Elnuman bombebaran kir, û di encamê de bi dehan zarok û jin û endamên berevaniya sivîl hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ko bombebarana dutaq bi mebesta kuştina mezintirîn hejmar ji sivîlan e, her weha amanckirina karmendên karê mirovî û yên hawarhatinê, û amanca wê ew e, bêtir jêrxanê wêran bike, û got ku qebareya mezin ya wêraniyê gumanê bi mirov re çêdike ko çekên qedexeya navdewletî bikar hatibin.
Daxuyaniya herdu rêkxistinan yên li bajarê Meeret Elnman kar dikin, daxwaz kir ko fişarê bidin ser Esed û Rûsya bo êrîşa hovane dijî sivîlan rawestînin, û pirosesa siyasî ya bi armanca dîtina çareseriyeke herdemî li gora daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 aktîv bikin, û dadpirsînê ligel yên tawanên cengê kirine bikin.
Çend aliyên navdewletî, ji nav wan Waşinton, êrîşên asmanî yên li ser bajarê Meeret Elnuman pirotesto kirin, her weha Yekîtiya Ewropî duhî nîgeraniya xwe diyar kir û got bombebarana dawî xwîndartirîn bû.
Hêzên rêjîmê û Rûsya operasiyoneke leşkerî ya mezin li ser herêma kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê roja duşembê pêk anîn, û firokên Rûsî kuştareke hovane li bajarê Meeret Elnuman çêkirin, di encamê de 35 sivîl şehîd ketine, û bi dehan sivîl birîndar bûne, wek beşekî ji zincîra komkujiyên hêzên rêjîmê û Rûsya ko ji 26ê nîsanê ve li Hema û Idlibê pêk tînin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî