Serokê Hevbendiya Niştimani ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Abda, îro li piştî nîvro, di preskonferansekî de bal kişand ser zêdegaviyên leşkerî yên rejîma Esed û Rûsyayê li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, herweha behsa rewşa niştecih û penaberên Sûrî li Tirkiyê kir.
Abda di destpêka preskonferans de got ku “gelê Sûriyê di bin gefa qirkirinê de ye, û civaka navnetewî jî bi awayekî rasterast yan jî neyekser tê de beşdar e, “, û bal kişand ku di hefteya dawî de bûyerên xwîndar li Idlib, Hema û Lazqiyê çêbûn ji encama bombebarana rejîma Esed û Rûsyayê ya dijî sivîlan.
Wî got ku pêkanîna komkujiyan ” bi rêjeya her roj yek bû “, û dît ku ev tawan dikevin di çarçoveya tawanên şer de, bi taybetî jî êrîşên li dijî armancên sivîl, di nav de bazar, nexweşxane û dibistanan, li gel nebûna rola civaka navnetewî ji bo rawestandina van komkujiyan.
Abda tekez kir ku tiştên li Idlibê diqewimin “şerm e ji civaka navnetewî re”, û bal kişand ku Hevbendiya Niştimani çend peyam şandin ji Netewên Yekgirtî û dewletên kartêker re, lê bê encam in, ku bûye şêweyek ji yên “şikestina berdewam hember rawestandina tawanan û bûye têkçûnek mirovî “, û got ku rojane tawan pêk tên “û cîhan dibîne û dibihîze, û bi riya weşandina zindî ya balafirên Rûsya û rejîma Esad ya xayîn têne dîtin”.
Abda bal kişand ku rejîm û Rûsya “derewan dikin” dema behsa agirbestê û çareseriya siyasî û pêvajoya destûrî ya çavrêkirî dikin, û pirsyar kir: Hûn çawa dikarin behsa bizavên Rûsya ji bo çareseriya siyasî bikin, tevlî beşdarbûna wê ya dokumentkirî di tawanên şer de?!.
Û bi tekezî da zanîn ku ” niha, di dema komkujî û tewankarî li dijî gelê sûriyê berdewam in, çareseriya sîyasî corek ji xeyal û xapandinê ye “.
Û Abda bi germî spasiya şervanên bersiva êrîşên hovane yên rejîm û Rûsyayê didin kir, û got: “Em deyndarê xweragiriya wan lehengên artêşa azad in, yên ku efsaneya artêşa Rûsya şikand in”, û got: “Em bextewer in dema em xizmeta van lehengan dikin, û divê hemû xelkê Sûriyê li welat û li diasporayê piştevaniya vê berxwedanê bikin”.
Sebaret rewşa penaberên li Tirkiyê, Abda tekez kir ku ti guherîn di siyaseta dewleta Tirk de li hember Sûriyan tuneye, û diyar kir ku biryarên dawî dikevin di berjewendiya herdu aliyan de ji bo biserûberkirina mana wan bi awayekî yasayî.
Abda hişyarî da li hember hewldanên hin aliyan ji bo lawazkirina têkiliya bihêz û ciyawaz di navbera gelên Sûriyê û Tirkiyeyê de, û got: “Dema ku em li salvegera şerê (ÇankKale) li gel Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan amade bûn, me gorên şehîdên Sûrî û yên Tirk bi hev re dîtin.. lewra têkiliyên di navbera me de ne ji sala 2011 û deh salan ve ne, lê têkiliyek dirêj û dîrokî heye, xwîna me têkilî hev bûye.
Wî diyar kir ku wî li gel Silêman Soylo Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê li ser avakirina komîteyeke hevbeş ji bo çareserkirina rewşa hebûna penaberên Sûrî bi awayekê qanûnî li Tirkiyê li hev kiriye, û bal kişand ku daxwazên însanî yên lezgîn hatine pêşkêşkirin, û di serî de rawestandina koçberkirina bo derveyî Tirkiyê, û çareserkirina rewşa malbatên xudan pilêtên demî li wîleyetên cuda, û dirêjkirina derfeta ji wan hatiye dan ji bo serastkirina rewşa xwe.
Herweha behsa girîngîya hêsankirina bidestxistina destûrên kar ji bo karkerên Sûrî yên li Tirkiyeyê kir, û diyar kir ku plana Hevbendiya Niştimani heye ji bo sardana wezîrê kar yê Tirkiyê di çend rojên bê de, da vê babetê pêre gengeşe bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî