Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi helkefta mirina serokkomarê Tûnisê Albacî Kayid al-Sibsi, sersaxî û serxweşiyên germ ji gelê Tûnisê yê bira re pêşkêş dikin.
Serokê xwedêjêrazî, hewldanên xwe mezaxtin ji bo xizmetkirina gelê Tûnisê, û di dema pila xwe de weke serokkomar, hewldanên xwe xistin ji bo bihêzkirina yekrêziya navmala welêt, û pêşxistina rewşa aborî û ewlehiyê.
Hevbendî baweriya xwe karîna Komara Tûnisê bi gel û rêberên wê ve dupat dike, derbarê nehiştina vê valehiyê û rêvebirina welat ber bi pêşketin û xweşiyê de.
Hevbendî sipasiya xwe nîşan dide ji bo gelê Tûnisê û piştgiriya wê dike ji bo parastina destkeftên şoreşa wê û saziyên wê yên demokrasî û parastina maf û daxwazên gelên herêmê.
Dilovaniya xwedê bo Serokê xwedêjêrazî, û serxweşî û sersaxî ji malbata wî û gelê Tûnisê yê bira re be.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
25.07.2019