Komîta Sûrî-Tirkî ya Hevbeş ya jibo şopandina karûbarê sûriyên penaber li Tirkiyê, workşopek lidar xist, têde mijarên girêdayî koçberiya di riya deryayê re ber bi Uropa de, bi amadebûna hejmarek ji xwedan ezmûn û mirovên kesên wenda bûne, gengeşe kirin.
Û hejmarek ji endamên Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş û rêxistinên xwecihî û navdewletî û hejmarek ji dezgehên ragihandinê yên sûrî yên xwecihî beşdar bûn. Û nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û endamê Komîteyê Nezîr Hekîm got: “Ewên di avan de fetisî ne , ne tenê hejmar in”, û deriyê gengeşeyê vebû, jibo zanîna sedmên wê koçberiyê ji kesên xwedî ezmûn, jibo pêşkêşkirina pêşinyaran, da di riya wan re bighên çareseriyên alîkariya sûriyan di arambûnê de bikin, û paş re ew pêşinyar ji kesên xwedanbiryar re bên pêşkêşkirin.
Paş re ew kesên pispor behsa sedemên ku xelk neçar bibin da malbatên xwe bavêjin daryayê kirin, û diyar kirin ku yek ji mezintirîn sedeman dijwariya bidestxistina belgeyên kesayetî ye, ya ku dibe astengiyek bingehîn li pêşiya aramiya wan, wek çesipandina cihê niştecîbûnê an bidestxistina kar an jî qeydkirina zarokan di dibistanan de.
Û komîteyê hişyariyek belav kiriye, têde xeternakiya siwarbûna “qeyikên mirinê”, nemaze di van demên demsala zivistanê, ya ku tê de asta ava deryayê bilind dibe û pir metirsîdar e diyar kir, û tekezî li ser giringiya sûdwergirtina ji xizmetguzariyên ku komîteya Sûrî-Tirkî û dezgehên navdewletî pêşkêş dikin kir, da jiyana wan aram bibe û parastî bin ji aliyê yasayî ve .
Her weha workşopê kaxezeke kar derxist, têde behsa xalên ku divê bên berçavkirin jibo nihiştina metirsiyan û kêmkirina astengiyên ku sûsî rastî wan tên li Tirkyê û dewletên derdorê, herweha avakirina toreke peywendiyan di navbera sûriyan û cihên biryaran de, yên kar ji bo xizmeta wan dikin.
Û ev workşop beşek ji pirogramekî tekûz e , yê ku Komîteya Sûrî Tirkî ya Hevbeş dest pê kiriye, jibo girêdana sûriyên li Tirkyê bi sazî û dezgehên tirkî û navdewletî re, yên ku pirojeyên aramkirina sûriyan pêk tînin û alîkariya wan jibo çareserkirina arîşeyên wan dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî