Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeke xwe ya nû de, şehîketina nekêmtir ji 87 sivîlan, ji ber helmeta bombebaranê ya ku rijêm û sponserên wê li Idlibê û gundewarê helebê pêk tînin, ji destpêka peymana agirbestê ya 12 kanûna paşîn de belge kir.
Û Torê got ku 33 zarok û 11 jin di nav qurbaniyan de hene, û got ku herêm ji 26ê nîsana 2019an de rastî gurkirineke leşkerî ji hêla rijêmê û Rûsiya de tê, û dît ku ev helmet “ ya herî tund e, li gor helmetên leşkerî yên berê”.
Û Torê tekez kir ku ji 26 nîsana 2019an ta 27 kanûna paşîn a 2020, hêzên rijêmê û Rûsiya 66 komelkujî li bakurê Sûriyê pêk anîne, û got ku hêzên rijêmê 45 komelkujî û yên Rûsiyê 21 çêkirine.
Û li gor Tore dibêje, ew komelkujî bûne sedema kuştina 542 sivîlan, 187 zarok û 107 jin di nav wan de hene, anku 55% ji qurbaniyan jin û zarok in, û Torê dît ku ev rêjeya pir bilind a sivîlan tekez dike ku piraniya armanckirinan dijî sivîlan bûn.
Û Torê eşkere kir ku hêzên rijêmê û Rûsiya ji 12 ta 27 vê heyva kanûna paşîn, 4 komelkujî pêk anîne, yek li ser destê hêzên rêjîmê , 37 sivîl ku 8 zarok û sê jin di nav wan de hene, têde hatine kuştin, û hêzên rûsî 3 komelkujî çêkirine, 50 kes têde hatiye kuştin, 25 zarok û 8 jin di nav wan de hene.
Û Torê êrîşek asîmanî, roja çarşembê 15 kanûna paşîn 2020, ji hêla balafirên rijêmê ve belge kir, ya bû sedema kuştina 22 sivîlan, 2 zarok û endamek ji tîmên Berevaniya Suvîl di nav wan de hene, herweha nêzî 68 kesên din birîndar bûn, û li gorî raporê, ev mezintirîn komelkujî ye ji aliyê hejmara kesên bûne qurbanî ve, piştî 3 rojan ji ragihandina agorbestê hat.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî