Herdû zanîngehan, ya Heleb û ya Idlibê, biryara bidûrxistina dema ezmûnên werzê yekem , bi mawey hefteyekê, li kolîj û amojgehên parêzgehên Heleb û Idlibê derxistin, ji ber gurkirina leşkerî ya metirsîdar ji hêla hêzên rijêmê û Rûsiyê dijî deverên berfireh li gundewarên herdû parêzgehan.
Û kolîja Heleb ya Azad di daxwiyaniya xwe de got ku wê bidûrxistina dema ezmûnên werzê yekem ta roja yekşembê 9 sibata 2020 pesend kir, piştî daxwaza desteya birêvebir ya Kolîja Toreyê û ya Amojgeha Teknîkî ya Rêvebirina Karan û hejmarek ji xwendekaran , bi sedema helmeta leşkerî ya li ser parêzgehên Heleb û Idlibê.
Û zanîngeha Idlibê di daxwiyaniyeke wek wê de got ku ew pirosesa ezmûnan bo dema hefteyekê ji dema derketina biryara giştî radigire, û kadroyê rêvebir dê di karê xwe de berdewam bin, bêyî destnîşankirina dema nû ya destpêkirina ezmûnan.
Û ev biryarji herdû zanîngehan derket ji ber berdewamiya hêzên rijêmê û milîsên bi ser ve ya bi alîkariya Rûsiyê di êrîşên xwe yên asîmanê û bejayî de li ser deverin berfireh li herdû parêzgehên Heleb û Idlibê, û ev êrîşa niha dibe , wek berdewamiyekê ye ji helmeta leşkerî re ya ku rijêmê û Rûsiyê ji 25 nîsana 2019 dest pê kirine.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş Û rikberiya Sûrî, tekez kir ku rijêma Esed û sponserên wê, tevaya jiyanê armanc dikin, û dibistan û nexweşxane û xalên bijîşkî jê bêpar namînin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku li hember rijêmê û piştgirên wê derkeve, da nema bûtir komelkujiyan li gundewarê Heleb û Idlibê dermafê sivîlan de pêk bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî