Hin çalakvanên xwecihî, di raporeke xwe de , îro sêşembê, gotin ku êrîşên leşlerî yên rêjêma Esed û sponserê wê yê rûsî dijî deverên Erîha û Seraqib û Xanelsubul li gundewarê Idlibê, di herdû rojên dawî de, bûne sedema derbiderbûna bêtir ji 60 hezar kesî.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê, di raporeke xwe de îro sêşembê, gotin ku êrîşên leşlerî yên rêjêma Esed û hevalbendên wê dijî deverên Erîha û Seraqib û Xanelsubul, di 48 demjimêrên bûrî de, bû sedema derbiderbûna 10.446 malbatan , anku 60.377 kesan, û da zanîn ku ew êrîş bûne sedema derbiderbûna nêzî 28.852 malbatan anku 167.131 kesan ji destpêka vê heyvê de.
Û rapora tîmê got ku hejmara derbiderên ji deverên gundewarên Helebê yên rojava û yê başûr, di dema di navbera 16 ta 28ê vê heyvê, gihiştî 18.406 malbatan, anku 106.754 kesan.
Û tîmê di rapora xwe de daxwaz ji tevaya çalakvaniyên sivîl û desteyên mirovahî kir, ku bi lez bersivê bidin ji bo alîkariya kesên ji deverên armanckirî direvin, û daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên navnetewî kirin ku barê berpirsyariyên xwe di ber sivîlan de li parêzgeha Idlibê hilgirin.
Û raporê bang da şanderê navdewletî yê taybet bo Sûriyê , Ger Pederson, da karekî cidî ji bo rawestandina dijminkariyên li ser sivîlên parêzgeha Idlibê bike, û daxwaz ji aliyên navdewletî yên têkildar bi rewşa Sûriyê kirin, ku yekser têwerdanê bikin ji bo rawestandina djiminkariyên rijêmê û alîgirên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî