Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, koça dawî ya parêzer û xebatkarê mezin Mohemed Abdilmecîd Mincone, endamê Desteya Hevrêziya Niştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk radigihîne.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbat û heval û dost û hevkarên wî di Desteya Hevrêziya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demokratî dike.
Kurê bajarê Helebê, yê ku ji salên şêstî ji sedsala borî de tevlî karê siyasî yê giştî bibû, û bi dozên miletê Ereb mijûl bû, û tevlî şoreşa gelê Sûriyê bû, û di xebat û tevgera xwe de hewil da ku bi her awayekî şaristaniya şoreşê û aştîbûna wê biparêze.
Dîroka xebatên wî yên dirêj û salên ku di zindanên sitemkaran de derbas kirine, reseniya wî û dilsoziya wî ji bo xizmeta gelê Sûriyê piştrast dike.
Têkoşîna wî herdem ji bo avakirina dewleteke demoqrat, sivîl û perlemanî bû, ji bo pêkanîna wekheviya civatekî, ya dewlet û mirov tê de were avakirin.
Dilovanî li giyanê Xebatkar Mohemed Abdilmecîd Mincone re, û sersaxiyên germ ji malbat û dostên rehmetî re
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
29 kanûna paşîn 2020