Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya sûriyê Ebdulrehman Mistefa tekez kir ko şoreşa miletê Sûrî dê bo berevaniya pirinsîbên azadî û rûmetê berdewam be, tev li tawankariya ko rêjîm û milîtanên Îranî û Rûsya derheqê sivîlan de dikin ji bo wan ji daxwazên wan dilsar bikin.
Mistefa di daxuyaniyeke taybet de îro înê bal kişand ser ko liberxwedana dijî zordarî û dagîrkeriyê ew bijardeya hemû Sûriyan e, û dibîne ko berdewamkirina tekoşîn û xebatê çareserî ye ji bo tunekirina zordariyê.
Daxwaz ji civaka navdewletî kir ko piştgiriya şoreşa Sûriyê bike tako daxwazên xwe misoger bike û got: ‘’ miletê Sûrî ew şirîkê rastî yê hemû dewlet û miletan e, ne rêjîma Esed ya tawankar, ya ko çarenivîsa wê têkçûn e, çi nêziîk be çi dûr be. ‘’
Bêtir got xwevekêşana ji piştgiriya siyasî û paş re ji ya leşkerî, bobelata mirovî ya miletê Sûrî mezintir kir, û serokê Hevbendiyê gazin ji dewletên piştgiriya miletê Sûrî dikin kir, bi sedema ko piştgiriya xwe ji artêşa azad re rawestandine.
Serokê Hevbendiya niştimanî dibîne ko rawestandina piştgiriyê hiştiye sivîl bêparastin bimînin ji êrîşên leşkerî yên hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî û firokên cengê yên Rûsî, û destnîşan kir ku tiştê li Xûta rojhelat û li herêmên din ji tawankariyên qirkirinê çêdibin nimûneyek ji wan e.
Bal kişand ser ko rawestandina piştgiriya şoreşgeran di heman dema bêkêriya civaka navdewletî de ko nikare bi erkê xwe beraber sivîlan rabe, êdî operasiyonên kuştin û qirkirina komelî derheqê niştecihan û berdewam kir ‘’encam pêşbînkirî bûn, û ji me ve xuya bûn, û bi taybetî yên piştgiriya rêjîmê dikin hêj di piştgiriya xwe de berdewam in. ‘’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî