Rêxistina NY ya zarokîniyê “UNICEF” duhî raportek da û têde tundutîjiya mezin li ser dezgehên sivîl şermezar kir, û bi taybetî oparesyona leşkerî ya mezin ya hêzên rijêma Esed û Rûsiya li ser Idlibê û Xûta rojhilat li gundewarê Şamê, û tekez kir ku pirsa parastina zarokan ne cihê gotubêj û danustandinê ye, û daxwaza dûrkirina zarokên Idlibê ji heman metirsiyên hatîn bi serê zarokên Xûta rojhilat û navçeyên Sûriyê yên din kir, û êrîşên li ser penagehan bi tiştekî ne siruştî dîtiye.
Hêjayê gotinê ye , ligor rêxistinên mafnasî, penagehên Xûta rojhilat di oparesyona leşkerî ya hovane ya vê dawiyê de ji aliyê hêzên rijêmê û firokên Rûsiya hatibûn armanckirin, û bibû sedema kuştina bi sedên jin û zarokan.
Rêveberê Herêmî yê UNICEF li rojhilata Navîn û Bakurê afrîka Geert Kapalari got ku xwendingehek ya piştgiriya wê ji UNICEF dibe rastî êrîşan hatiye, û zarok jê reviyabûn li nav avahiyeke nêzîkî xwendingehê, lê heman avahî rastî êrîşeke din hatiye û têde 17 zarok hatine şehîdkirin.
Kapalari tekez kiriye ku xwendingeh û nexweşxane û malên hemwelatiyan û parkên giştî li salên borî hatine êrîşkirin, û zêdetir ji 309 navendên xwendinê hatine bombebarankirin, û ev yek dibe binpêkirineke eşkere ji yasayên sereke yên şerî re.
UNICEF bal kişandiye ser bombebarankirina xwendingeh û nexweşxane û parkên zarokan û yarîgeh û baxçên giştî li heft salên borî li Sûriyê, û ev yek di gelek raportên navdewletî de hatine tekezkirin û berpirsyaretî xistiye ser milê hêzên rijêmê ya teqmeniyan bi awayekî bitewşî li dijî sivîlan bikar tîne.
UNICEF di dawiya raporta xwe de gotiye ku bêguman ew zarok wê nêzîk yan dûr me dadgeh bikin, û gotiye ku em hemû berpirsyar in li hember şerê dijî zarokan dibe.
Herwiha ku UNICEF di raporteke xwe ya li dawiya heyva çilê pêşî de raportek belav kiribû û têde sala 2017’an bi sedema kiryarên leşkerî bi salake hovane derbarê zarokan dîtibû.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî